Rapora Girtîgeha Êlihê: Lêgerîna tazî, îşkence û miemeleya xerab 2021-06-24 15:26:49   ÊLIH - Di rapora ku Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê derbarê girtîgehên Êlihê de amade kir de hat diyarkirin ku girtî dema sewqkirinê de lêgerîna tazî li girtiyan tê ferzkirin, îşkence û miemeleya xerab li wan tê kirin.    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Êlihê, rapora xwe ya ku derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Êlihê amade kiribû, bi civîneke çapameniyê li avahiya xwe aşkera kir. Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê Parêzer Yûnûs Bagiş, rapora ku hatibû amadekirin xwend û diyar kir ku rapora wan ji serdanên Girtîgeha Tîpa T a Êlihê û Girtîgeha Êlihê pêk tê û wiha got: "Di hêla mafê ragihandin, agahî girtin, têkilî danîn û tednuristiyê de pirsgirêkên micid li girtîgehan hene. Her wiha girtiyan angaştên lêgerîna tazî, îşkence û miemeleya xerab jî anîn ziman. Girtiyan got ku di warê werzîj, çand û hunerê de nikarin tiştekî bikin."   DAXWAZ Û PÊŞNIYAR   Di raporê de çend daxwaz û pêlniyarên ku hatin kirin jî wiha ne:   “* Divê rêveberiya girtîgehê bi pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyan re mijûl bibe, girtiyan di wextê de bibe nexweşxaneyê û şertên revîrê baş bike.    * Divê astengiyên li pêşiya mafê werzîj, çand û hewadarî bên rakirin.    * Divê astengkirinên li ser pirtûk, komvar û rojnameyan bên rakirin.    * Divê angaştên îşkence û miemeleya xerab bi awayekî bi bandor bên lêpirsînkirin, derbarê eleqedaran de lêpirsîn bê destpêkirin û eleqedar ji peywirê bên dûrxistin.   * Divê pêkanînên dayîna tekmîlê, hucreya yekkesî û jimartina li ser piya bi dawî bibin."