Di 4 salan de derbarê rojnamevan Candemîr de 40 lêpirsîn 2021-06-25 09:05:51 WAN - Di 4 salên dawî de derbarê rojnamevan Oktay Candemîr de 40 lêpirsîn hatine kirin. Lêpirsîn ji ber nûçeyan û parvekirinên li ser medyaya sanal hatine kirin.    Di 4 salên dawî de derbarê rojnamevan Oktay Candemîr de ku bi salan e li Wanê rojnamevaniyê dike, 40 lêpirsîn hatine kirin.    Li navçeya Artemêtan a Wanê di hilbijartina herêmî de namzeta HDP'ê Gulcan Kaçmaz ji namzetê AKP'î Îsmaîl Say 7 hezar ray zêdetir wergirtibûn, lê YSK'ê bi hinceta Kaçmaz bi KHK'ê hatiye îxracirin mazbata dabû namzetê AKP'î Say. Rojnamevan Candemîr jî li ser medyaya sanal Say rexne kiribû. Ji ber vê parvekirinê derbarê Candemîr de lêpirsîn hat kirin û cand îfade da.    Di 23'yê Nîsanê Cejna Zarokan da Say bi awayekî temsîlî zarokek danîbû ser qoltixa xwe. Candemîr jî wêneyê zarok li ser medyaya sanal parve kiribû û gotibû: "Lê biner Bejan, di hilbijartinê de HDP'ê ez bi ferqeke biçûk têk birim. Lê wezîrê me yê karên navxweyî mazbata neda wan û ez hewante bûm şaredar. Ez ji te re bêjim bixwîne, ji xwe re bibe zilam filan bêvan lê ew berê bû. Niha ger îqtidar li pişta te be, şaredar tu wî. Hilbijartin milbijartin çîrok e, min ji xwe re esas bigire. Îsmaîl Say: Şaredarê hewante bû şaredar."    Piştî vê parvekirina Candemîr, Say di 24'ê Nîsanê de li Serdozgeriya Komarê ya Wanê giliyê Candemîr kir. Piştî gilîkirinê derbarê Candemîr de lêpirsîn hat kirin. Midûriyeta Polîsan a Wanê jî di 17'ê Hezîranê de îfadeya Candemîr girt.    Candemîr, anî ziman ku di 4 salên dawî de derbarê wî de 40 lêpirsîn hatine kirin û berê jî ji ber parvekirineke xwe ya derbarê Şaredarê Artemêtanê da îfade daye. Candemîr, diyar kir ku di parvekirina xwe ya derbarê 23'yê Nîsanê Cejna Zarokan de xwestiye diyare bike ku ne rast e şarear zarok deyne şûna xwe û ji ber ku di hilbijartinê de bi ser neketiye ne şaredar e û tu eleqeya vê bi demokrasiyê re tune ye. Candemîr got: "Min got, ji bo demokrasiyê divê ew bi xwe jî li ser wê qoltixê rûnenê. Sirf min wisa got, derbarê me de lêpirsîn hat kirin û min îfade da."    ZEXT Û ZORÎ ZÊDE BÛNE    Candemîr, destnîşan kir ku di demên dawî de li Wanê jî zext û zoriyên li ser rojnamevanan zêde bûne û got: "Nahêlin rojnamevan li kuçeyan nûçeyan çêbikin an jî em tên derbkirin. Li Wanê bi qedexekirina çalakiyan polîtîkayeke taybet tê meşandin. Rojnamevanên van polîtîkayên tabet deşîfre dikin, azadia fikr û ramanê diparêzin û radigihînin ku gelê wanê tê çewisandin, dikevin ber dozan. Em rojnamevan ji ber ku karê xwe dikin tên darizandin."   Candemîr, di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku li dijî kesên ku bi têkiliya xwe ya bi mafyayê re etîk û ehlaqa rojnamevaniyê binpê dikin, dê tim û tim rojnamevaniyeke birûmet bikin.    MA / Cemîl Ûgûr