'Divê hêla Kazim a xwedîderketina li şoreşgeriyê jî neyê jibîrkirin' 2021-06-25 09:05:55 STENBOL - Mehmedalî Bariş Beşlî ji bo hevalê xwe Kazim Koyûncû got: "Tenê ne 'sakoyê helbestê' yê Kazim, divê laztiya wî, xwedîderketina wî ya li şoreşgerî û çepgiriyê neyê jibîrkirin."  Di ser mirina Kazim Koyûncû re ku yek ji hunermendê girîng ê muzîka Behra Reş bû û wekî "zarokê bi sakoyê helbestê" dihat naskirin, 16 sal derbas bûn. Mehmedalî Bariş Beşlî yek ji avakarên koma "Zugûşî Berepere" behsa Koyûncû kir.    Beşlî ku wî û Koyûncû li heman zanîngehê xwendiye û di sala 1992'yan de li Zeyntûnbûrnûyê bi rêya hevalekî xwe ew nas kiriye got: "Wê çaxê wekî niha tevneke pêwendîdanînê tune bû. Cihên ku me hev didîtin, cihwarine fizîkî bûn. Li zanîngehê em çend caran leqayî hev hatin, lê Kazim pir paxav bi min nekir. Her hal dizanibû dê çi bê serê wî."    Beşlî, rojekê gava ji zanîngehê dertê leqayî Koyûncû tê. Beşlî ji bo wê rojê got: "Hewl dida telefonî Hopayê bike. Jetona wî têr nekiribû. Min jî hema jetona xwe da Kazim. Ew bêteklîfî, wekî em birayê hev bin, hîsiyatek da der."    HÊZA MUZÎKÊ    Beşlî, diyar kir ku di salên zanîngehê de bûne şahidê mehandina zimanê lazî û gava pirsa "em dikarin çi bikin" ji hev kirine, bandora muzîkê hatiye bîra wan. Beşlî, anî ziman ku gava vê fikra xwe ji Koyûncû re gotine, Koyûncû jî gotiye "heya kom bê ser hemdê xwe dê ez ê aliyê we bikim." Beşlî, bilêv kir ku piştî kom ava krine çend stran çêkirine û cara ewil di 1993'yan de li Bazara Rîzeyê di şahîyeke havînê de çûne ser dikê û got: "Em pri bi kelecan bûn. Şêweyeke me ya cuda hebû. Me nizanibû em ê leqayî çi bên, hema em çûn. Gava me bi lazî got, qet lome nekirin. Çendî ku kêmasî hebûn jî em pir dilxweş bûn û me ferq kir ku me tiştekî baş kiriye. Gava tu bi zimanê zikmakî xîtabî yê hember xwe dikîî, te qebûl dike."    Beşlî, diyar kir ku di sala 1999'an de ew û Koyûncû di warê komê de ji hev veqetiyane, lê hevaltia wan dewam kiriye. Beşlî got: "Hezkirina me ya ji bo hev, bes bi komê nesînorkirî bû. Em bûbûn hevrê."    Beşlî, anî ziman ku di vê demê de tevkarî li muzîk û wêjeya lazî jî kiriye û got: "Bi tirkî jî nizanim, lê zimanê min ê zikmakî lazî ye. Beriya her tiştî nasnameya min, nasnameya lazî ye. Me hewl da em peyama 'em bi vê nasnameyê hev hemêz bikin' da ciwanan. Ez wisa difikirim ku em bi ser ketin."    Beşlî, destnîşan kir ku tekane xema wan ne zimanê zikmakî bûye û got: "Di nav gotinên stranên me de tunebna mirovahiê, pirsgirêkên di warê ekolojiyê de hebûn. Me ev tişt bi lazî digotin."    Beşlî, diyar kir ku ji xeynî muzîkê gelek hêlên din ên Koyûncû jî hebûn û got: "Tu 5 deqeyan li cihekî pê re rûniştana û piştî çend salan gava te ew bidîta, tew ew wekî hevalê herî baş hîs dikir. Lewma min ji gelek kesan bihsîtiye gotine, 'Kazim hevalê min ê herî nêzîk bû.' Kazim, hîseke wisa dida der. Pir xwebawer bû."    Beşlî, bilêv kir ku di serê Koyûncû de tu qalib tune bûne û got: "Muzîk, li navenda jiyana wî bû. Ji bo vê dev ji zanîngehê berda. Bi hestên xwe, muzîka xwe çêdikir. Besteyên xwe bi îlhamê çêdikir. Wisa rûnedinişt ûbeste çênedikirin. Hem bi dengê xwe hem jî bi enerjiya xwe pir biqabîliyet bû. Beriya her tiştî jî kesekî bi coş û kêf bû."    Beşlî, diyar kir ku bêyî Kazim carinan jiyan pir zehmet e û got: "Tenê ne 'sakoyê helbestê' yê Kazim, divê laztiya wî, xwedîderketina wî ya li şoreşgerî û çepgiriyê jî neyê jibîrkirin."    MA / Kadîr Guney