Orhan: Dê nikaribin gelê ku HDP'ê kiriye HDP biqedînin 2021-06-25 09:05:57 WAN - Parlamentera HDP'ê Mûazzez Orhan, diyar kir ku armanca doza ku ji bo girtina HDP'ê hatiye vekirin, ji binî de tunekirina demokrasiyê ye û got: "Lê dê nikaribin gelê ku HDP'ê kiriye HDP biqedînin."  Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê Mûazzez Orhan, îdianameyê ji bo girtina HDP'ê hatiye amadekirin û qebûlkirina wê nirxand.    DOZA TELÎMATÊ    Orhan, anî ziman ku ev doz bi telîmatê hatiye vekirin û armanca wê li Tirkiyeyê ji binî de tunekirina demokrasiyê ye. Orhan got: "HDP, hemû derdorên civaka Tirkiyeyê û hemû pirsgirêkên civakê dihewîne. HDP, her diçe li hemberî îqtidar û hevkarê wê yê biçûk ên tarîtiyê ferz dikin û dijminatiya jinan û kurdan dikin, mezin dibe. Girtina HDP'a ya ku ji bo gelên Tirkiyeyê bûye hêvî, di heman demê de tunekirina demokrasî û jiyana bi hev re ya gelan e."    NE ÇARE YE   Orhan, destnîşan kir ku israra kurdan a li hemberî pirsgirka demokrasiya welêt neguheriye û çendî partî bên girtin jî hejmara kesên aştîxwaz û azadîxwaz zêde dibin.    DÊ GEL NEHÊLE    Orhan ku got "Mafê xwe bi xwe tayinkirina çarenûsa xwe û mafê ji bo ziman û azadiyê yê gelê kurd neguheriye" got: "A rast girtina HDP'ê dê tu tiştî negherîne. Dê gelê Tirkiyeyê nehêle tiştekî wiha bibe. HDP bê girtin jî, dê nikaribin kesên raya xwe didin HDP'ê û HDP'ê kirine HDP biqedînin. Dê çawa wî gelî biqedînin? Dê çawa fikr û ramanê asteng bikin? Ji lew re gelek heye ku HDP'ê kiriye HDP."    Orhan, anî ziman ku Tirkiye bi zextan û tirsê tê birêvebirin û bi têkşikîna hilbijartina 7'ê Hezîranê ev siyaseta qirêj aşkere bûye ûg ot: "Têkiliyên bi mafya û çeteyan re aşkere bûn. Her wiha polîtîkayên şaş ên derve û navxweyî û polîtîkaya şerî aboriyê serobino kir. Êdî mirov nikarin nan bibin malên xwe. Yanî dê ev deng hîn bêtir bilind bibe. Gava tiştekî ku mirov ji dest bidin nemabin, dê dengê xwe bilind bikin. Ev pergala zilmê dê heta hetayê nedome. Lê heger gel bêdeng bimîne dê winda bike."