Îdiaya îşkence li Denîz Poyraz hatiye kirin: Divê testa DNA’ya kêran were kirin 2021-06-25 11:07:41   ÎZMÎR - Parêzer Turkan Aslan destnîşan kir ku beriya ku Denîz Poyraz were qetilkirin dibe ku hatibe îşkencekirin jî û xwest li ser kêrên bi qatilan re hatine desteserkirin testa DNA’yê were kirin.    Kujer Onur Gencer di 17’ê hezîranê de bi ser avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Îzmîrê de girt û endama HDP’ê Denîz Poyraz gulebaran kir û qetil kiribû. Kujer di nava 24 saetan de bi sûcdariya “kuştina sêwirandî” hat girtin. Rêveberên HDP’ê dibêjin ku cihê bûyerê baş nehatiye lêkolînkirin û vê yekê rexne dikin.    Parêzerên HDP’ê û Poyraz ji bo lêpirsîn bi awayek bandor were birêvebirin, di 21’ê hezîranê de daxwaznameyak ji 10 rûpelan ku 38 xalan têde cih digrt pêşkêşî dozgeriyê kirin.    Ji parêzerên Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê Turkan Aslan ku lêpirsînê ji nû ve dişopîne bal kişand ser kêmasiyên di lêpirsînê de. Aslan destnîşan kir kul i avahiya HDP’a Îzmîrê bi awayek hûrgulî lêkolîn nehatiye kirin û heke bi hûrgulî bihata lêkolînkirin wê delîl bêtir birêkûpêk bihatina berhevkirin.    GENGAZIYA ÎŞKENCEYÊ    Aslan destnîşan kir ku beriya Poyraz were qetilkirin gengaz e bi îşkenceyê re rûbirû mabe û wiha got: “Sê gule li serî û ranên Denîz Poyraz ketine. Pisporê Tiba Edlî digot ku ji bilî guleyê birînek din jî di serê Denîz Poyraz de hebûye. Pisporê ku muayene dikir vê tespîtêk ir. Em di wê baweriyê de ne ji bilî birîna guleyê, dibe ku ketibe û lê jî hatibe xistin. Yanî beriya were qetilkirin û an jî piştî hatibeqetilkirin îşkence li Denîz hatibe kirin. Me birîna serê wê pirsî, bijîşkê Tiba Edlî jî me re got dibe ku ev birîn bi amûrek birînê jî pêk ahtibe. Em ê dikaribin vê birînê bi rapora otopsiyê hîn bibin. Li gel vê yekê jî di laşê Denîz de wek din jî şopa birînana hene.   RÊBAZÊN DAIŞ’Ê BI BÎR DIXE    Dema meriv van hemûyan tîne cem hev, tenê ne bi çekê hatiye kuştin. Lewma em di wê baweriyê de ne ku Denîz bi îşkenceyê hatiye qetilkirin. Du kêrên di girtekan de derbas dibin jî hene. Ev her du kêr îdiaya îşkenceyê xurt dikin. Em dixwazin li ser herdu kêran testa DNA’yê were kirin. Gengaz e ku kujer di êrişê de bikar anî be. Heke ew birîn bi amûrek birînê hatibe kirin, dişibe rêbaza DAIŞ’ê û rêxistinên wek wê. Ew tenê ne wek personele tenduristiyê çûye Minbiçê û dibe ku bi armancek din jî çûbe wir.”    MA / Nacî Kaya