Maçoglû: Şahidê nepen ê di Doza Kobanê de veşartin, di doza girtina HDP’ê de derket holê 2021-06-25 14:00:18 ENQERE - Parêzer Kenan Maçoglû, agahiyên nû yên di Doza Kobanê de hînbûn parve kirin û got: “Serdoozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind û dozgerê  li Doza Kobanê mêze dike, bi awayekê  koordine kirî dixebitin. Şahidê nepen ê di Doza Kobanê de hat veşartin, di doza girtinê ya HDP’ê de derket holê.”    Danişîna 3’yemîn a Doza Kobanê ku 24 girtî bi giştî 108 siyasetmedarên Kurd jê tên darizandin li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê, di roja 10”emîn de berdewam dike.   Ji parêzerên dozê Kenan Maçoglû, di danişînê de parastin kir û wiha axivî: “Dozgerê dadgehê xwest doza ku ji bo girtina HDP'ê hatî vekirin û îdîanameyên der barê doza KCK'ê de bêxin heman dosyayê. Dozger dixwaza bi vî awayekê delîlên nû bi dest bixe. Dozger sedama îdîayên xwe yên girtina HDP’ê aşkere nekirin. Lê di vê daxuyanî bide. Wesan xuya dike ku, li hin cihan amadekariyên bernameyan tên kirin. Ev ji bo dozger tên gotin û dozger jî ya pêwîst dike.”   JI ME VEŞARTIN   Maçoglû, tekez kir ku ji destpêka rûniştinê ve, ew hewl didin ku tiştê ku dozgerê lêpirsînê A.A di derbarê dosyeyê de daxwaza bike, ji dadgehê re vedibêjin û wiha got. “Lê ne dozger û ne jî ji Komara Serokkomartiya Enqerê, rast rast bi HDP’ê re neketin. Li ber wan ji bilî HDP’ê dosyayek din wan hebû. Îfadeya Kerem Gokalp ê ji me hat veşartin, li Serokkatiya Komarê ya Dadgeha Bikind hat dîtin. Em ji dosyeyek biryara veşartinê  ji bo wê hatiye dayîn fêrbûn. Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Biling bi A.A re dixebitin ku HDP’ê bigirin. Yanî şahidê nepen ê di Doza Kobanê de veşartin, di doza girtina HDP’ê de derket holê. Wê van dozên kumpasê dewam bikin. Ez ji bo we pêşniyar dikim ku hûn dewam nekin.”    XWESTIN GIRTÎ BÊN BERDAN   Dûre parêzerê Gulfer Akkaya Îbrahîm Ergun, parêzera Sebahat Tûncel û Fîgen Yuksedag Ezgî Gungordu, parêzera Bulent Parmeksiz Gulşen Ûzunel parastin kirin û wiha gotin: “Ev dosya siyasiye û parlamenterên we girtine jî, girtiyên siyasî ne. Em dixwazin ji bo parlamenterên me hiqûq bê bicihanîn û di vî warî de delîl bên nirxandin. Di dosyayê de yek delîl jî tuneye. Em daxwaz dikin ku muwekîlên me bên berdan.”