Endamên Partiya Şoreşger û Dev-Guçê hatin berdan 2021-06-25 14:39:53   STENBOL - Endamên Partiya Şoreşger a Yekgirtî û Dev-Guçê yên di binçavan de bûn bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    Li Stenbolê 16 endamên Partiya Şoreşger a Yekgirtî û Hêzên Şoreşger ên Ciwanan (Dev-Guç) di 22'yê hezîranê de hatibûn binçavkirin. Ji 16 kesên bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê kirine" hatin binçavkirin 7 kes rojekê berê hatibûn berdan. 9 kes jî piştî îfadeyên wan ên miduriyeta polîsan hat wergirtin di saetên serê sibê de sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Semta Çaglayana hatin kirin. Dozgeriyê jî piştî îfadeyên wan girtin sewqî dadgehê kir. Dadgehê jî her 9 kes bi şertê kontrola edlî berdan.