Di doza Gokalp de 'şahid' çerx kir: Nizanim min ji kesek din bihîst 2021-06-25 14:52:05   AMED - Di doza Endamê TTB'ê Dr. Şeyhmûs Gokalp ku bi 15 salan tê darizandin de Hîcran Berna Ayverdî ya weke "şahid" tê guhdarkirin, diyar kir ku şahidiya bûyerên bûne mijara sûcdarkirin nekiriye û ji kesek din bihîstiye.   Duyemîn danişîna doza ku ji ber gotinên Hîcran Berna Ayverdî bi angaşta "endamtiya rêxistinê" li Endamê Lijneya Rûmeta Bilind ê Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB) Şeyhmûs Gokalp hatibû vekirin, li 10'êmîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Gokalp ku bi daxwaza 15 salan ceza tê darizandin û parêzerên xwe Ziynet Ozçelîk, Aygul Demîrtaş û Kerem Altiparmak li danişînê amade bûn. Serokê berê yê Konseya Navendî ya TTB'ê Erîş Bîlaloglû, Sekreterê Giştî yê TTB'ê Vedat Bûlût, Endamê Konseya Navendî ya TTB'Ê Halîs Yerlîkaya, Rêveberê Odeya Bijîkan a Stenbolê Osman Ozturk, Seroka Odeya Bijîkan a Amedê Elîf Tûran û gelek endamên odeyan danişînê şopandin.    ŞAHID: MIN NEDÎT Û NEBIHÎST   Şahid Hîcran Berna Ayverdi ku beriya niha Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli bi gotinên wê hatibû cezakirin, bi rêya SEGBÎS'ê tevlî danişînê bû. Ayverdî, got ku li Nexweşxaneya Venî Vîdî bi Gokalp re nexebitiye û wiha got: "Milîsekî Endamê Meclisa HDP'ê ji min re got, 'Mamoste Şeyhmûs amûran dide endamên rêxistinê, alîkariya wan dike û wan tedawî dike'. Navê vî milîsî nizanin Endamê Meclisa HDP'ê ye. Min bi çavên xwe nedît." Piştre Ayverdî hemû bersivan bi gotina nizanim bersivand û li ser bertek nîşandina serokê dadgehê got ku tiştên ku dizane ev in.   Gokalp jî derbarê angaştên li dijî xwe axivî û ev tişt got: "Di bijîjkiya xwe ya 18 salan de derneketim derveyî sinca pîşeyî. Min tu amûrên tibbi yên tên behskirin nedane kesî." Parêzerên Gokalp, Ziynet Ozçelîk û Kerem Altiparmak jî parastina muwekîlê xwe kirin û gotin ku şahidiya Ayverdî qebûl nakin û doza li hemberî muwekîlê wan kûmpas e.   Piştî parastinan, dozger xwest ku li benda encamên lêkolîna telefon û qompîtura Gokalp û tespîtkirina ku Ayverdî di kîjan demê de li Nexweşxaneya Venî Vîdî xebitiye bê sekinandin.   Dadgehê daxwaza dozger qebûl kir û danişînê taloq kir.