Danişîna Mûsa Farîsogûllari hat taloqkirin 2021-06-25 15:16:15   AMED - Danişîna doza derbarê Mûsa Farîsogûllari yê parlementeriya wî hat betalkirin de hatibû vekirin, hat taloqkirin.    Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Farisogûllari piştî ji “Doza Sereke ya KCK’ê” cezayê wî hat pejirandin, parlementeriya wî hatibû betalkirin û girtin. Danişîna 2’yemîn a doza bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” , “propagandaya rêxistinê kirin” , “ligel hişyariyê jî tevlî civîn û xwepêşandanên derveyî qanûnê bûyîn” , “Bi çalakî û xwepêşandanan sorkirina gel” derbarê Farîsogûllari de hatibû vekirin, li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Farîsogûllari ku derbarê wî de 26 sal cezayê girtîgehê tê xwestin, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nikarî tevlî danişînê bibe. Parêzerên wî Serdar Çelebî û Hayrettîn Guzel di danişînê de amade bûn.    DAXWAZA PARÊZERAN   Parêzer Hayrettîn Guzel, bi lêv kir ku beyanên şahidê nepen “Sabir” di navbera danişînê de bê agahiya wan hatine wergirtin û anî ziman ku vê yekê qebûl nakin. Guzel, xwest ku di danişîneke ku ew amade bin de careke din şahidê nepen were guhdarkirin. Parêzer Çelebî jî xwest ku biryara şahidên nepen ên din jî ku di danişîneke ew amade bin de were guhdarkirin bê dayîn.    Dozgeriyê jî xwest ku beyanên şahidên nepen “Tosûn” , “Hafiz” , “Ûzay Ek” û “Yildiz” ên nehatine guhdarkirin bên wergirtin û li benda rapora lêkolîna materyalên dîjîtal ên li îkametgeha Farîsogûllari dest danîne ser bê sekinandin.    WÊ ŞAHIDÊN NEPEN BÊN GUHDARKIRIN   Dadgehê, mafê pirs pirsînê yê parêzeran ên ji şahidên nepen girt berçav û biryara ku deng û dîmenê şahidên nepen “Tosûn” , “Hafiz” , “Ûzay Ek” û “Yildiz” bên guhertin û ji bo bên amadekirin nivîs ji Şaxa Parastina Şahidan re bê nivîsîn da. Dadgehê danişîn taloq kir.