Sancar: Wê rêya me gel diyar bike 2021-06-25 10:46:57   DERSIM - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, rehên HDP'ê belavî tevahiya welat bûne û ev tişt got: "Wê rêya me ne em, hûn ê diyar bikin. Ev rê bibe rêya edalet û heqîqetê."   Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, tevlî bernameya "Can ji bo Edalet û Heqîqetê Tên Gelhev" ku ji aliyê Komîsyona Gel û Baweriyan a partiya wî ve li Dersimê hat lidarxstin bû û bi elewiyan re hat gelhev. Bername li oteleke bajar hat lidarxistin û parlamenterên HDP'ê, nûnerên rêxistinên sivîl, Şaredarê Dersimê Fatîh Maçoglû tevlî bûn. Li eywana ku bername lê hat lidarxistin wêneyê Seyîd Riza û pankarta "Can ji bo Edalet û Heqîqetê Tên Gelhev" hate daleqandin.    Bernameyê, bi rêzgirtina ji bo Endama HDP'ê Denîz Poyraz ku di êrişa li dijî avahiya HDP'ê ya Îzmîrê de ji aliyê kujer Onûr Gencer ve hatibû qetilkirin, dest pê kir.    Di destpêka bernameyê de Hevberdevka Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP'ê Tulay Hatîmogûllari û Şaredarê Dersimê Fatîh Maçoglû axivîn. Hatîmogûllari û Maçoglû di axaftinên xwe de bal kişandin ser polîtîkayên ku ji hêla dewletê ve li dijî civaka elewî tên meşandin û gotin ku li dijî polîtîkayên pişaftin û înkarê yên dewletê dikarin bi hev re bixebitin.   SANCAR: EM JI BO EDALETÊ HATIN GEL HEV   Piştî Hatîmogûllari û Maçoglû, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar axivî. Sancar, da zanîn ku ji bo edaletê hatine gel hev û wiha got: "Em ê bi canan re bên gelhev, bi hev re biaxivin û nîqaşan bikin. Em dixwazin rêyek diyar bikin. Heke em tev bi hev re têbikoşin em ê bi serkevin. Heke em ji bo heqîqet û edaletê bimeşin divê rêya me jî li gorî vê be. Heqîqet û edalet dûrişmeya me ye, siyaseta demokratîk rêya me ye. şêwra li hev jî rêbaza me ye. Em neçar in ku bi hev re bin. Ji bo ku em zindî û mezin bimeşin divê em bi hev re bin."   'EM Ê HETA DAWIYÊ HDP'ê BIPARÊZIN'   Di berdewamê de Sancar bal kişand ser Doza Girtina HDP'ê û destnîşan kir ku wê heta dawiyê HDP'ê biparêzin û ev tişt anîn ziman: "Ji me dipirsin ku em ê li dijî doza girtinê çê bikin? Di mijara doza girtinê de gotina me vekirî ye. Em ê heta dawiyê HDP'ê biparêzin, bidin jiyîn û mezin bikin. Em ji kesên ku ji me re dibêjin partiyê fesx bikin û dozê vala derbixin re dibêjin ku na, em ê partiyê fesx nekin. Em ê vê partiyê nedin girtin. Me ji bo ku têkoşîna partiya xwe ji we re bibêjin bangî we nekiriye. Peyama e ne ji bo ji bo raya giştî ye. Rehên HDP'ê belavî tevahiya welat bûne. Wê rêya me ne em, hûn ê diyar bikin. Ev rê bibe rêya edalet û heqîqetê."   Piştî axaftina Sancar bernamê ji çapameniyê re girtî berdewam kir.