Tirkiyeyê li wî aliyê sînor 70 heb binkeyên eskerî ava kiriye û 30 hezar esker bi cih kirine 2021-06-25 23:01:55   NAVENDA NÛÇEYAN – Tirkiyeyê li Herêma Kurdistana Federe 70 heb binkeyên eskerî ava kirin û 30 hezar esker bi cih kirin.    Endamê Komîsyona Asayîş û Ewlehiyê ya Parlementoya Iraqê Bedir el-Ziyadî, anî ziman ku Tirkiyeyê li Herêma Kurdistana Federe 70 heb binkeyên eskerî ava kiriye û 30 hezar esker bi cih kirin.   Ziyadî got: "Tirkiyeyê bi qasî 16 kîlometreyan sînorê Iraqê dagir kiriye. Heger hikûmeta Iraqê di vî warî de xwe li guhnedêriyê deyne, dê Tirkiye hîn bêtir bi pêş de biçe."