ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2021'Ê 2021-06-26 09:00:24 * Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz derbarê xebatên Baroyê de axivî û diyar kir ku dema ku ew hatin hilbijartin xebata wan a sereke serdana Malbatên Roboskî bûye û ji bo ew li pêşiya binpêkrinên mafan bigirin dixebitin.  * 6 sal in ji ber deynan ceryana Kooperatîfa Avdaniyê ya Hewendê hatiye qutkirin û avê nade cotkarên xwedî 15 hezar dekar erd. Serokê Odeya Çandiniyê Fûat Elmas, anî ziman ku heger pirsgirêk neyê çareserkirin dê ji sedî 30'yê cotkaran dev ji cotkariyê berdin.    * Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk got: "Dê mohra li deriyê kongreya me hatiye xistin, nikaribe pêşî li ber xebatên me bigire."    * Endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Rihayê Ayşe Şehrîban Demîrel, anî ziman ku dê Pakêta Darazê ya 4'an ji mexdûran bêtir bi kêrî kiryaran bê.    * Aktivîsta Înîsyatîfa Em Dixwazin Bijîn Ebrû Yîgît got: "Peymana Stenbolê civakî ye û şerê li dijî faşîzmê ye. Gava hûn jinê bi tenê bihêlin, bes ne jin dê hemû civak têk biçe."    * Li gundê Midihê yê Hezexê Dêra Mor Aday a suryaniyan hindik maye hilweşe.   * Nobeta "Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 110'an de bidome.    * Li Amedê û Êlihê çalakiya xizmên windayan a bi dûrişmeya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin"bên lidarxistin. (12.00-12.30)   * Daikên Şemiyê di hefteya 848'emîn de çalakiya xwe bi awayekî online li dar bixin. (12.00)   * Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo balê bikişîne ser rewaş girtiyên nexweş wê li Şaxa ÎHD'ê ya Enqerê daxuyanî bide. (12.00   *Serokê Giştî yê Saadetê Temel Karamollaoglû, wê tevlî kongreya rêxistina partiya xwe ya Amedê bibe. (13.00)   * Wê nûnertiya TÎHV'ê ya Stenbolê û Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, di çarçoveya Roja Têkoşîna Dijî Îşkenceyê û Piştevaniya Kesên Îşkence Dîtine de li pêş şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyanî bidin. (13.00)    * Rêxistina HDP'ê ya Edenê, wê li Navenda Çandê ya Yaşar Kemal a Şaredariya Seyhanê bi mijara "Tecrîd Sûcê Mirovahiyê" ye panelek li dar bixe. (13.00-19.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê di hefteya 483'yemîn de çalakiya "Rûniştina F" bi awayekî online li dar bixe. (13.30)