Ozturk: Dê mohra li deriyê KCD'ê nikaribe pêşî li ber xebatên me bigire 2021-06-26 09:00:45 AMED - Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk got: "Dê mohra li deriyê kongreya me hatiye xistin, nikaribe pêşî li ber xebatên me bigire."  Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi armanca pirsgirêka kurdî di çarçoveyeke demokratîk de bê çareserkirin û rêxistinbûyîneke demokratîk, di 26-28'ê Cotmeha 2007'an de li Amedê hat avakirin. Hevserokên wê yên ewil Yuksel Genç û Hatîp Dîcle bûn û li 25 bajarên herêmê xebat birêvebirin û nêzî 800 rêxistinên civaka sivîl daxilî nav bûn. KCD, ji 850 delegeyan, 101 endamên Meclîsa Daîmî, 21 endamên Desteya Koordînasyonê, 5 endamên Dîwana Hevserokatiyê, 3 berdevk û 2 hevserokan pêk tê û di bin banê xwe de 14 komîsyon ava kirine. Ji roja hatiye avakirin heya niha ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdî di warê perwerdehî, hiqûq û tenduristiyê de gelek kongre, komxebat û konferans li dar xistine.    Di sala 2012'an de Serokê Meclîsa Tirkiyeyê yê wê demê Cemîl Çîçek, ji bo xebatên Qanûna Bingehîn KCD'ê vexwand meclîsê da fikrê xwe ya di warê Qanûna Bingehîn de pêşkeş bike. Di pêvajoya çareseriyê ya 2013'an de di nav 5 endamên Heyeta Îmraliyê de Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle jî cih girtibû.    Di sala 2010'an de Serdozgeriya Komarê ya Amedê li hemberî KCD'ê lêpirsînek dabû destpêkirin û piştî vê lêpirsînê avahiya wê hat şopandin û ev şopandin heya 2014'an dewam kir.    Di sala 2015'an de piştî rewşa siyasî guherî zext û zoriyên li ser KCD'ê jî zêde bûn û gelek siyasetmedar, hevşaredar, parêzvanên mafên mirovan, sendîkavan, kedkarên tenduristiyê, rojnamevan û nivîskarên di nav KCD'ê de cih girtibûn hatin girtin û li gelek kesan cezayên giran hatin birîn. Di nav kesên hatin girtin de hevserokên berê Aysel Tûglûk û Selmak Iramk jî hene.    Daîreya 16'an a Dadgeha Bilind, di Nîsana 2020'î de derbarê KCD'ê de biryara "dijî qanûnê ye" da û piştî vê her çû operasyonên li dijî KCD'ê zêde bûn.    DERIYÊ WÊ MOHR KIRIN    Yek ji lêpirsînên derbarê KCD'ê de hatin kirin, lêpirsîna 26'ê Hezîrana 2020'î bû. Di çarçoveya vê lêpirsînê de derbarê 64 kesan de biryara zevtkirinê hatibû dayîn. Piştî vê biryarê di avêtinên ser malan de 45 kes hatibûn binçavkirin û deriyê avahiya kongreyê ya li Dîclekentê hatibû mohrkirin. Ji van 45 kesên hatibûn binçavkirin 23 kes jê hatibûn girtin û 22 kes jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.    LEYLA GUVEN HAT GIRTIN    Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî ku piştî parlementeriya wê hat betalkirin, di 21'ê Kanûna 2020'î de 22 sal û 3 meh ceza lê hatibû birîn û paşê hatibû girtin.     Em derbarê zext û zoriyên li ser KCD'ê û rol û rista KCD'ê ya di çareserkirina pirsgirêka kurdî de bi Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk re axivîn.    ‘BÛ HEDEFA ÊRÎŞAN'    Ozturk, anî ziman ku KCD di çareserkirina pirsgirêka kurdî de saziyeke girîng e û ji roja hatiye avakirin heya niha xebatine pir girîng kirine. Ozturk, bibîr xist ku piştî ku dewletê "pêvajoya çareseriyê" qedand, ji 5'ê Nîsana 2015'an kongre hedef girtiye. Ozturk, destnîşan kir ku êrîşên li ser KCD'ê tên kirin, bi zanebûnî tên kirin û got: "Heger ev êrîş tenê di çaçroveya saziyekê de bên nirxandin, dê ev nirxandin kêm be. Kongre, ji roja hatiye avakirin heya niha feraseta sed salî ya derbarê pirsgirêka kurdî de aşkere kiriye. Hem KCD hem jî HDK, bi pêşniyara Birêz Ocalan hatin avakirin. Di warê çareserkirina pirsgirêka kurdî de guh li gotinên kongreyê tên kirin. Ji ber ku kongre li dijî polîtîkayên heyî got 'na yên tên kirin şaş in, çareserî li vê derê ye' bi êrîşên bîrdozî re rû bi rû ma. Heger hûn li xebatên KCD'ê mêze bikin, hûn ê sedema êrîşan jî bibînin. Bi êrîşan tê xwestin KCD'ê îllegalîze bikin. Ev êrîş, hîn jî didomin. A rast, ji ber ku KCD li dijî feraseta pergala heyî feraseteke alternatîf e, hedef tê girtin. Êrîşên tên kirin, êrîşine bîrdozî ne."   'REWABÛNA ME GEL E'   Ozturk, bibîr xist ku demekê Meclîsê KCD'ê vexwandibû û KCD'ê dîtinên xwe yên di warê çareserkirina pirsgirêka kurdî de beyan kiribûn. Ozturk, anî ziman ku lê piştî ku pêvajoya çareseriyê bi dawî bû, dewletê cardin dest bi polîtîkayên xwe yên qirkirinê û tasfiyekirinê kiriye û got: "Gelek saziyên me hatin girtin. Bi qufilandina deriyê kongreyê re peyama 'em ê rê nedin vê ferasetê, em ê nehêlin civak xwe bi rêxêstin bike' hat dayîn. Heger hûn li îdianameyên hatine amadekirin mêze bikin, di wir de KCD'ê wekî saziyeke ku çalakiyên çekdar kiribin nîşan dane. Sedema 23 sal cezayê li hevseroka me Leyla Guvenê hatiye birîn jî ev e. Dewletê got, 'em ê bi êrîşan wê îllegalîze bikin.' Jixwe piştî biryara Dadgeha Bilind, biryara mohrkirinê hat dayîn. Helbet ev nikarin rewabûna me asteng bikin, ji lew re em vê rewabûnê ji gelê Kurdistanê digirin. DMME'yê bi biryara derbarê saziya me de van êrîşan pûç kir û mafdariya me aşkere kir. Biryara DMME'yê hema bibêje bû şelmaqek û li van êrîşan ket. Her wiha biryara Dadgeha Bilind ku KCD'ê wekî 'rêxistina terorî' ragihand jî, biryareke siyasî ye. Ji ber ku daraz bi telîmata qesrê tevdigere, em briyarên wê esas nagirin."    ‘BI SER NEKETIN'    Ozturk, destnîşan kir ku kongre tenê ne kongreyeke kurdan e û got: "Kongre, ji bo çareserkirina pirsgirêkên hemû gel û baweriyên li erdnîgariya kurdan derket holê. Kongreya me, wekî partiyeke siyasî nexebitî. Kongreya me, ji sala 2007'an heya niha ji bo çareserkirina pirsgirêkên vê erdnîgariyê pir hewil da. Dewletê nikaribû hema wisa kongreyê bigire. Gava kongre hat avakirin, me serî li tu derê neda. Dadgeha Bilind, ji bo kongreya me gav bi gav ket dewrê. Dibêjin, 'dokuman bi dest ketin', lê gava em li van dokumanan mêze dikin tenê lîsteya me ya delegeyan e. Navê hevalên meyên delege û hejmara telefonên wan hebû. Wê demê, hevalên me hemûyan şopandin. Atmosfereke wisa afirandin ku wekî ku dê hevalên me çalakiyeke çekdarî bikin. Armanca wan bi vî awayî her kesî ji kongreyê dûr bixin. Lewma tim dibêjin, 'ew delege bi dest ket, ew delege bi dest ket.' Armanc bi temamî îîlegalîzekiribûn bû. Gotina kongreya me li gelek deveran derbasdar bû. Lê bi vê bîrbiriya ku li hemberî kongrea me afirandin, bi ser neketin. Ji bo vê mînaka herî baş, biryara DMME'yê bû. Jixwe em hê jî xebatên xwe dikin."    ‘BERDEWAMIYA PLANA RÛXANDINÊ'    Ozturk, anî ziman ku nêzîkatiya ji bo KCD'ê bandoreke nebaş li çareserkirina pirsgirêka kurdî kiriye. Ozturk, destnîşan kir ku pirsgirêka kurdî dê bi çekan neyê çareserkirin û hedefgirtina kongreya wan berdewamiya "plana rûxandinê" ye ku di sala 2014'an de ketiye dewrê.    ‘Ê NIKARIBIN PÊŞÎ LI XEBATÊN ME BIGIRIN'    Ozturk, destnîşan kir ku heger ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdî vînek hebe, dê kes nikaribe operasyonên bi vî rengî bike û got: "Em behsa ferasetekê dikin ku ji bo jiholêrakirina çareseriya ji bo vê pirsgirêkê sond xwariye. Nêzîkatiya dewletê ya 6 salên dawî vê yekê nîşan dide. Em xwedî paşerojeke 14 salan e. Dê mohra li deriyê kongreya me hatiye xistin, nikaribe pêşî li ber xebatên me bigire. Dibe ku mohr kiribin, lê dê nikaribin armanc û xebatên kongreyê mohr bikin. Deriyê kongreya me hatiye mohrkirin, lê dîsa jî xebatên me didomin. Dê ji niha û pê de jî bimeşin. Em û gel tev de li rêya çareseriyê digerin. Em li her derî armanca kongreyê vedibêjin."    MA / Ergîn Çaglar - Eylem Akdag