‘Civaka ku jinê bi tenê bihêle, dê têk biçe' 2021-06-26 09:00:47 GÎRESÛN - Aktivîsta Înîsyatîfa Em Dixwazin Bijîn Ebrû Yîgît got: "Peymana Stenbolê civakî ye û şerê li dijî faşîzmê ye. Gava hûn jinê bi tenê bihêlin, bes ne jin dê hemû civak têk biçe."  Çar roj bi şûn de dê îmzevana ewil a Peymana Stenbolê Tirkiye, dev ji îmzeya xwe ya li bin Peymana Stenbolê berde. Bertek û nerazîbûnên li dijî vê didomin.    Aktivîsta Înîsyatîfa Em Dixwazin Bijîn Ebrû Yîgît, pêvajoya devjêberdana ji peymanê nirxand.    ŞERÊ VÎNÊ   Yîgît, diyar kir ku îqtidara AKP'ê ji sala 2015'an ve ji bo hesabê xwe ji bi muxaleftê re berê xwe daye jinan û hewl dide vîna tevgera jinan bişikîne. Yîgît, destnîşan kir ku ji lew re dînamîka herî çalak a kuçeyê tevgera jinê ye. Yîgît, anî ziman ku lê êrîş çi dibin bila bibin jin tu carê dev ji kuçeyan bernedane û got: "Em dikarin bibêjin di navbera AKP û jinan de şerekî vînê heye. Piştî biryara fesixkirina Peymanê, ev şer hîn zelaltir bû. Jinên ku biryarê nas nakin gotin, 'berpirsiyarî pêkanîna peymanê ye.'"    Yîgît, diyar kir ku biryara fesixkirina peymanê di heman demê de bûye sedema berberîbûnê û kesên li dijî peymanê radibin li kêleka AKP'ê cih digirin. Yîgît, bilêv kir ku kesên xwedî li peymanê derdikevin jî hedef tên girtin û got: "Herî dawî wekîlên jin ên AKP'î dan pêşiya tevgera jinê. Erdogan, devjêberdana peymanê bi awayekî devkî naparêze, lê vê bi rêya parlementerên jin dike. Ji lew re barîkata herî xurt li pêşiya faşîzmê tevgera jinê ye. Gava ev barîkat bê şikandin, dê polîtîkayên êrîşkar ên AKP'ê pûç bibin. Lewma parastina destkeftiyên jinê, tê wateya qewîkirina barîkata li pêşiya faşîzmê. Lewma Peymana Stenbolê civakî ye û şerê li dijî faşîzmê ye. Gava hûn jinê bi tenê bihêlin, bes ne jin dê hemû civak têk bişikê."    DÊ JIN DIYAR BKIN'    Yîgît, anî ziman ku xeta têkoşînê di meha Mijdarê de dest pê kiriye û ev xet ji çalakiyên li kuçeyan bigire heya bi dagirkirina wapûran xwe dane der. Yîgît, bilêv kir ku du rawestgehên girîng ên vê xetê hene û got: "Yek, Mîtînga Stenbolê ya 19'ê Hezîranê bû. Li wir vîneke xurt derket holê. Peyama 'Em bi hemû reng û dengên xwe xwedî li Peymana Stenbolê derdikevin. Em li hemberî polîtîkayên dijminatiya jinê dikin dibin yek' dan AKP'ê. Dê 1'ê Tîrmehê vê peyamê hîn wêdetir bibe. Em jin, em ê bibêjin 'em jiyanê radiwestînin.'"    DÊ TÊKOŞÎN BILIND BIBE'    Yîgît, destnîşan kir ku dê di 1'ê Tîrmehê de têkoşîna azadiyê ya jinan pêş ve biçe û bilintir bibe û dê veguhere têkoşîneke ku faşîzma AKP'ê birûxîne.   MA / Tolga Guney