Baroya Stenbolê wê ji bo piştgiriya Malbata Şenyaşar bê Rihayê 2021-06-26 12:28:15   RIHA - Malbata Şenyaşar ku ji bo zilma li dijî wan bi dawî bibe 110 roj in nobeta "Edaletê" digire, piştî hevdîtinên xwe yên li Stenbolê vegeriyan mala xwe ya navçeya Pirsûsê. Ferît Şenyaşar, diyar kir ku di serdanên xwe de sozê piştgiriya hiqûqî ji Baroya Stenbolê girtine û rêveberiya baroyê di rojên pêş de ji bo ku bi dozger re hevdîtinê bike dê bê Rihayê.       Nobeta "Edaletê" ya Emîne Şenyaşar ku 2 kurên wê û hevjînê wê ji aliyê xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar di roja 110'an de didome. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar heftê 5 rojan li ber Edliyeya Rihayê nobet digirin û dawiya heftê jî nobeta xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomînin.    Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar, herî dawî ji bo dengê xwe bidin bihîstin çûn Stenbolê û di 24'ê hezîranê de tevlî Kongreya Demokrasiyê bûn û serboriya xwe û têkoşîna xwe ya ji bo "Edaletê" vegotin. Malbata ku tevlî hin weşanên televîzyonan jî bû, serdana Komeleya Pira Gelan û Baroya Stenbolê kirin û daxwaza piştgiriya hiqûqî kirin.    Ferît Şenyaşar ku bi dayika Emîne Şenyaşar re van serdanan pêk anî, piştî ku vegeriya mala wan a li navçeya Pirsûsê têkildarî hevdîtinên wan ên li Stenbolê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    'HEWAYA KONFERANSÊ GUHERT'   Şenyaşar, da zanîn ku bi beşdarbûna Konferansa Demokrasiyê dest bi hevdîtinên xwe yên Stenbolê kirine û wiha got: "Dema ku dora axaftinê hat me, em li gorî zilm û bêdaletiya ku li me hatiye kirin axivîn. Axaftina me hewaya konferansê guhert. Lewre tiştên ku me digot ne tiştên bawerkirinê bûn. Piştî herkesê ku axivî bal kişand ser rewşa me û axaftina wisa berdewam kir. Gelek kesên li eywanê berî ku em rewşa xwe ji wan re vebêjin ji rewşa me haydar bûn. Êdî tevahiya Trkiyeyê dizane ku em çi dijîn."   'TIŞTEKÎ KU BIBÊIN NEDÎTIN'   Şenyaşar, bi lêv kir ku di roja duyemîn a serdana xwe de beşdarî weşanên hin televîzyonan bûne û serboriya xwe ji temaşevanan re vegotine û ev tişt got: "Tiştên ku 3 sal im em dijîn me di weşanên televîzyonan de vegot. Rexmî ku pêşkêşvan ji rewşa me haydar bûn jî li hemberî vegotinên me matmayî man. Li dijî bêdaletiyê tiştekî ku bibêjin nedîtin."   DURAKOĞLU: BÊHIQÛQÎ NAYÊ QEBÛLKIRIN   Di berdewama axaftina xwe de Şenyaşar, da zanîn ku serdana Komeleya Pira Gelan û Baroya Stenbolê kirine û vê derbarê de ev agahî dan: "Me serdana baroya herî mezin a Tirkiyeyê Baroya Stenbolê kir. Me bi Serokê Baroyê Mehmet Dûrakoglû re 40 deqe hevdîtin kir. Me bûyerê û bêhiqûqiyên ku piştî bûyerê hatine kirin bi hûrgulî jê re vegot. Dûrakoglû ji me re got, 'Ev bêhiqûqiya pêk hatiye nayê qebûlkirin. Weke Baroya Stenbolê ji bo vê dozê çi pêwîst be em ê bikin'. Gotin ew ê şopdarê dozê bin."   'WÊ SERDAN BIDOMIN'   Şenyaşar, agahî da ku di encama hevdîtinên wan de dê rêveberiya Baroya Stenbolê bê Rihayê û axaftina xwe wiha domand: "Serokê Baroya Stenbolê Mehmet Dûrakoglû ku bê Rihayê wê ji bo tiştên ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê pêk hatin bi Serdozgerê Komarê yê Rihayê re hevdîtin pêk bîne. Wê serdanên me yên ji bo piştgiriya hiqûqî bidomin. Em ê vê bêhiqûqiyê ji hemû baro, STK û rêxistinên girseyî re ragihînin û daxwaza piştgiriyê bikin. Nobeta me ya li ber Edliyeyê 110 roj li pey xwe hiştin. Em ê heftê 5 rojan rûniştina xwe ya li ber edliyeyê bidomînin. Em li bendê ku herkesê dixwazin deng bidin me bên ber Edliyeya Rihayê."   'EM LÊGERÎNERÊN MAF IN'   Malbatê, li ser hesabên xwe yên medya sanal jî ev parvekirin kir: "Em lêgerînerên maf in! Partiyan nizanin! Hewldana me tenê sererastkirina hewsengiya mêzîna edaletê ye ku xera bûye..." .