Di dema emeliyatê de girtiyê nexweşê penceşêrê kelemçe kirin 2021-06-26 14:33:17   ANKARA - Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, diyar kir ku dema emeliyatê destê girtiyê nexweşê penceşêrê Yûsûf Yakşî hatiye kelemçekirin û xwest ku Yakşî ku xetereya jiyana wî heye were berdan.   Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 355’emîn  a çalakiya xwe de bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirova (ÎHD) a Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Endama Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’ê Sevîl Tûrgût, rewşa girtiyê nexweş ê penceşêrê Yûsûf Yakşî yê 31 salî ku li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 1 a Sîncanê dimîne vegot. Tûrgût, da zanîn ku malbata Yakşî di demên cuda de serî li ÎHD’ê daye û diyar kir ku malbatê di serlêdana dawî de agahiya ku rewşa Yakşî xerab bûye daye.   DI DEMA EMELIYATÊ DE DESTÊ WÎ KELEMÇE KIRIN   Tûrgût, bi lêv kir ku nexweşiya Yakşî li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê ku beriya niha lê mabû destpêkiriye û wiha got: “Yakşî sewqî Nexweşxaneya Lêkolînê û Herêmê ya Erziromê hatiye kirin û di 14’ê tebaxa 2020’an de hatiye tespîtkirin ku di gewriya wî de penceşêr heye. Piştî ku li Erziromê nexweşiya wî hat tespîtkirin bi emeliyatekê kunek li gewriya wî hatiye vekirin û xortumeke hesin xistine gewriya wî. Di dema vê operasyonê de cenderme jî li cem wî sekininîne û bi awayekî dest kelemçekirî hatiye emeliyatkirin.”   SEWQÎ ENQEREYÊ HAT KIRIN   Tûrgût, anî ziman ku piştî li Erziromê penceşêr hat tespîtkirin, Yakşî bi awayekî lezgîn sewqî Nexweşxaneya Zanîngeha Hacettepe ya Enqereyê hatiye kirin û ev agahî parve kirin: “Yakşî, niha li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 1’an a Sîncanê tê ragirtin. Pansumana kuna ku li gewriya wî hat vekirin li revîrê tê kirin. Di pêvajoya sewqê de jî hin pirsgirêk jiyane, tedawiya wî dereng hatiye kirin û perçeyê di gewriya wî de mezin bûye. Li Nexweşxaneya Hacettepeyê emeliyat bûye û perçeyê di gewriya wî de hatiye wergirtin. Di êvara roja ku emeliyat bû dîsa birine girtîgehê û xistine cihekî yek kesî de. Vê rewşê bandoreke neyînî li tenduristiya wî kiriye.”   ‘RAPORA DIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE DAN WÎ’   Tûrgût, destnîşan kir ku ji ber emeliyat û tedawiya radyoterapiyê serkeftî nebûn rewşa Yakşî baş nebû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vê pêvajoyê de saziya me ji saziyên fermî re nivîs nivîsandine û xwestiye ku heta Yakşî baş bibe infaza wî were taloqkirin. Di çarçoveya daxwazên parêzerên wî de sewqî Saziya Tiba Edlî hatiye kirin lê rapora ku ji wir dan de dibêjin ku Yakşî dikare di girtîgehê de bimîne û bi vî şiklî ji berdana wî re bûne asteng.” Tûrgût, da zanîn ku malbatê di 21’ê hezîranê de bi Yakşî re hevdîtin kiriye û ragihandiye ku Yakşî kîloyeke zêde daye.   BANGA BERDANÊ   Tûrgût, diyar kir ku ji bo Yakşî biaxive divê  hesinê di gewriya wî de were derxistin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Yakşî nikare xwarinên hişk bixwe, bi ava xwarinan xwe xwedî dike. Lê tena serê xwe zehmetiyê dikşîne. Ligel ku hewcehî bi alîkariya kesekî din heye jî ji ber koronayê tena serê xwe li odeyekê tê ragirtin. Li wê derê rewşa wî girantir dibe. Ji ber nexweşiya pênceşêrê jiyana Yûsûf Yakşî di bin rîskê de ye. Di girtîgehê de her ku diçe rewşa wî nebaştir dibe. Ji bo malbata Yûsûf Yakşî di şertên baştir de bikare wî tedawî bike, divê Yakşî demildest were berdan.”