Şaxa ÎHD’ê ya Enqerê: Em ê têkoşîna li dijî bêcezatiyê bidomînin 2021-06-26 15:10:08 ENQERE - Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Enqerê Fatîn Kanat, diyar kir ku ji bo ku binpêkirinên mafan ên giran bi dawî bidin, ewê têkoşîna xwe ya li dijî bêcezatiyê dewam bikin.   Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqerê, bi boneya 26’ê Hezîranê Roja Piştevaniya Kesên Îşkence Li Wan Hat Kirin û Têkoşîna Li Dijî Îşkenceyê, li avahiya şaxa xwe civîna çapemeniyê li dar xist.   Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Enqerê Fatîn Kanat di civînê de axivî û wiha got: “Cîhanek bê îşkence gengaz e. Ligel rewşa xemgîn a erdnîgariya me û cîhanê jî, ji bo ku bi destê mirovan tê kirin, pêkane ku îşkence bê rawestandin. Sedema bingehîn a zêdebûna îşkenceyê ya li welatê me, hebûna çandek pir cidî ya bêcezabûnê ye, ku bi xwezaya mutleq a qedexekirina îşkenceyê re ne lihev e. Ji bo vê divê polîtîkayên necezakirinê bi dawî bibin.”   ‘EMÊ DAXWAZA XWE YA AZADIYÊ BIDOMÎNIN’   Kanat, anî ziman ku mîna parêzvanên mafên mirovan, ew ê di bin her şertan de, piştevaniya kesên tên îşkencekirin bikin wiha got: “Emê her tim îşkenceyê bikin belge û rapor. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî bêcezatiyê bidomînin û ji bo hemû kesan aşitî, azadî û demokrasî daxwaz bikin ku binpêkirinên tund ên mafan bi dawî bibin.”