Tecrîdê şermezar kirin 2021-06-26 20:26:30   STENBOL -  HDP'iyên ku gava ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bikin ji Galatasarayê ber bi Şîşhaneyê ve meşiyan û polîsan ew asteng kirin, daxuyanî dan.    Rêxxistina HDP'ê ya Stenbolê ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, doza derbarê girtina HDP'ê de, operasyona derveyî sînor a Trkiyeyê û kuştina Denîz Poyrazê şermezar bike, xwest li Qada Şîşhaneyê daxuyaniyê bide, lê belê polîsan pêşiya wê girt. Paşê Hevberdevkê HDK'ê Cengîz Çîçek, Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç jî di nav de gelek parlementer li Qada Şîşhaneyê li hev kom bûn, lê polîsan biryara qedexeyê ya Qeymeqamtiya Beyoglûyê kir hincet û nehiştin HDP daxuyaniyê bide.    JI GALATASARAYÊ BER BI ŞÎŞHANEYÊ VE MEŞIYAN    Her wiha endamên TJA'yê jî di nav de gelek parlementerên HDP'î jî li Qada Galatasarayê li hev kom bûn. Jin û parlementer ji vir ber bi Qada Şîşhaneyê ve meşiyan û gelek welatiyan jî bi çepikan piştgiriya wan kir.    Gava girse li Şîşhaneyê gihaşt koma din, polîsan nehişt daxuyanî bê dayîn. Piştî nîqaşeke dirêj polîsan diyar kir ku dê tenê destûra koma parlementeran bidin.    GIRSE MEŞIYA    PIştî vê girse bi berzkirina dirûlmeyan ji Xaçerêya Tarlabaşiyê ber bi avahiya HDP'ê ve meşiya. Piştî demekê polîsan bi mertalên xwe pêşiya meşê girt. Polîsan li ber Şaredariya Beyoglûyê pêşiya girseyê birî.     TÊKOŞÎNA HEVPAR   Hevseroka HDP'a Stenbolê Elîf Bûlût, diyar kir ku dê têkoşîna wan a li dijî êrîşan bidome û got: "Em ê di 1'ê Tîrmehê de cardin li vir bin. Em ê ji bo jinên tên kuştin li virê bin."    Hevserokê HDP'a Stenbolê Erdal Avci jî destnîşan kir ku ji zû de ye Tirkiye tê tecrîdkirin û got: "Di serî de Birêz Ocalan û girtî, bi giştî jî hemû gelê kurd û hêzên demokrasiyê tên tecrîdkirin. Navê vê faşîzm e. Em pêkhateyên HDP'ê, hêzên demokrasiyê û gelê kurd kom bûn. Em ê her tim bibin hêviya serketinê ya gelê xwe."    Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr jî anî ziman ku doza ji bo girtina HDP'ê, Doza KObaniyê û kuştina Denîz Poyrazê hemû helwesta dewletê ya li hemberî siaseta demokratîk a gelê kurd e û got: "Ev operasyonên ku 40 sal in tên ceribandin û bi ser nakevin, ne tu rê ye. Birêz Ocalan li Îmraliyê tê tecrîdkirin, pêwendiya wî ya bi civakê tê qutkirin, civak bi temamî tê çewisandin. Divê bê gotin ku çareserkirina pirsgirêka kurdî ji bo gelên Tirkiyeyê ne talûke û xetere ye."    Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç jî diyar kir ku ew kesên ji bo demokrasî, wekhevî, azadî û aştiyê têdikoşin li hev kom bûne û di siyaseta demokratîk de israr dikin. Olûç, bal kişand ser êrîşa li ser avahiya HDP'ê ya Îzmîrê û got: "Em hêzên li pişta vê êrîşê, hêzên tarî ên di nav dewletê de careke din şermezar dikin. Em ê tu carî Denîz Poyrazê ji bîr nekin, ji bo em soza xwe ya ji bo wê bi cih bînin em ê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin."    Olûç, bal kişand ser doza derbarê girtina HDP'ê de jî û got: "HDP, fikr û ramenek e, HDP polîtîkayek e, HDP, berxwedan e, HDP, gelê kurd e, HDP, hêzên demokrasiyê ye. Heger hûn HDP'ê bigirin dê sibê fikriyat û têkoşîna HDP'ê xurtir bibe."    TECRÎD Û PIRSGIRÊKA KURDΠ   Olûç, ji bo tecrîda girankirî ya li ser Ocalan jî bang kir û got: "Tecrîda li Îmraliyê bêhiqûqîtî ye, binpêkirina maf û hiqûqê ye. Raporên CPT'yê û biryarên Konseya Ewropayê li holê ne. Biryarên DMME'yê li holê ne. Li gel ev qas rapor û biryaran jî, tecrîda li ser Birêz Ocalan didome. Ev dijî hiqûqa navneteweyî û qanûna bingehîn e. Divê li Tirkiyeyê careke din aştî bê nîqaşkirin. Ji bo vê jî divê tecrîd bê rakirin."    MUDAXILEYÎ GIRSEYÊ KIRIN    Piştî daxuyaniyê girseyê dirûme berz kir û belav bû. Polîsan jî bi gazê mudaxileyî girseyê kir. Meş li ber avahiya partiyê ya Stenbolê bi dawî bû.