ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2021'Ê 2021-06-27 09:00:18   * Gel, diyar kir ku li taxên Tûzlûçayir, Mûtlû û Turkozu yên Mamakê tiryak bi awayekî aşkere tê firotin. Gel, derpêş kir ku gava gilî dikin polîs pêl sîrenê dikin û tên û xwe li nedîtinê datînin.    * Penaberên li gel hemû xetereyan sînor derbas dikin û di qaseyên qamyonan de tên Wanê, bi rojan di axuran û di nav çopan de tî û birçî tên sekinandin.    * Akademîsyenên Aştiyê anîn ziman ku kuştina Denîz Poyrazê perçeyeke pêvajoya şerî ye û gotin: "Dê daxwaza me ya ji bo aştiyê bidome heya aştî çêbibe."    * Aycan Beysulen ku Bûrak Kinici ew birîndar kiribû got: "Ji bo mafên me, bang li hemû jinan dikim ku di 1'ê Tîrmehê de dakevin kuçeyan."    * Walîtiya Rihayê dê ji bo projeya xwe ya derbarê Gola Masiyan de, kursên li Kulliyeya Destkariyê ya Rizvaniyeyê bigire. Hosteyê fîqê û perwerdekar Ahmet Ateş, xwest ew jî daxilî nav projeyê bên kirin û got: "Yan na, dê rengek ji rengê Gola Masiyan kêm bibe."    * Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'a Mêrsînê Resûl Demîr ku polîsan gef lê xwar, li ser medyaya sanal peyam jê re hatin şandin û bi mirinê gef lê hatin xwarin, serî li ÎHD'ê da û diyar kir ku dê zext û zorî nikaribin wan bitepisînin.    * 8 sal berê li Licê di dema şermezakirina çêkirina qereqolan de polîsan Medenî Yildirim kuştibû, lê hê jî kiryarên wî nehatine darizandin. Dayik Fahriye Yildirim got: "Kujerê Medenî, kujerê Denîzê ye."    * Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ku di dema mudaxileya polîsan de hatibû derbkirin û paşê hatibû binçavkirin, rapor wergirt û dê giliyê polîsan bike.     * Nobeta "Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 111'an de bidome.