Wesayît ajotin ser, bi mirin gef lê xwarin 2021-06-27 09:11:52   MÊRSÎN - Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'a Mêrsînê Resûl Demîr ku polîsan gef lê xwar, li ser medyaya sanal peyam jê re hatin şandin û bi mirinê gef lê hatin xwarin, serî li ÎHD'ê da û diyar kir ku dê zext û zorî nikaribin wan bitepisînin.    Li Mêrsînê hin kesên ku xwe wekî polîsan dan naskirin gef li endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê û partiyê xwarin. Di meha Hezîranê de 7 kesan ji ber vê serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Mêrsînê da. Di serlêdanekê de hatiye destnîşankirin ku kesên sivîl ên xwe wekî polîsa dane naskirin du ciwan binçav kirine, wan birine qereqolê dane ber lêpirsînê û ji wan re gotine heger li bajêr tiştek biqewime berpirsiyar ew in. Di serlêdanan de hatiye diyarkirin ku derbarê kesên hatine binçavkirin de tu zabitname nehatine çêkirin û her wiha li ser medyaya sanal jî peyamên wekî "dê aqûbeta we ji ya Denîz Poyrazê xirabtir bibe" ji wan re hatine şandin.    Di 24'ê Hezîranê de hesabê bi navê “tr19akgenclik” ji endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'a Mêrsînê Resûl Demîr (24) re ev peyam şandiye: "Hûn hemû mirinê heq dikin. Dê dor bê te jî. Dê mirina te ji ya Denîz Poyrazê xerabtir bibe. Hûn xayin in. Kûçikên bêşeref, êdî Ulku Ocaklari û Ciwanên AKP'î li her derî ne."    Piştî ev peyam hatiye şandin, kes an kesên “tr19akgenclik” bi kar anîne, hesab girtine.    GEF   Demîr, anî ziman ku di meha Gulanê de polîsan bi xwe gef lê xwarine û di 24'ê Hezîranê de jî li ser medyaya sanal peyamek jê re hatiye şandin û gef lê hatiye xwarin. Demîr, diyar kir ku piştî peyamên gefxwarinê, gava bi şev çûye malê wesayîteke bêplake û gewr, ajotiye ser wî û got: "Du roj berê li ser medyaya sanal, hesabekî peyamek ji min re şand û gef li min xwar. Di peyamê de digot 'Hûn hemû mirinê heq dikin. Dê mirina te ji ya Denîz Poyrazê xerabtir be.' Polîsan jî bi rêya hevalên xwe peyam ji min re şandin û gef li min xwarin. Di peyamê de gotin, 'Heger li Mêrsînê bûyerek biqewime, berprisiyar tu wî.'"    Demîr, da zanîn ku gef li Alî Çat, Îsa Dag, Alî Bîlen, endamê Meclîsa Ciwanan O.A. û S.Ş. jî hatine xwarin û got: "Sedema van gefan, sirf ji ebr ku em HDP'î ne. Lê çi dikin bila bikin, dê xebatên me bidomin. Em xebateke legal û rewa dikin. Em ji kesî natirsin."    HDP: ME SERÎ NETEWAND, EM Ê NETEWÎNIN    Hevseroka HDP'a MÊrsînê Gulbahar Şofor jî bertek nîşanî van gefxwarinan da û got: "Sedema vê çapemeniya alîgir û partiya îqtidarê ye. Ev gefxwarin, piştî wextekê vediguherin komkujiyê. Êrîşa li ser HDP'a Îzmîrê û kuştina hevaleke me, nîşaneya vê ye. Em ê serî li ber evana netewînin. Ev ne cara ewil e. Dê têkoşîna partiya me û gelê me bidome."    ÎHD: EM Ê BIŞOPÎNIN    Hevserokê ÎHD'a Mêrsînê Hakki Demîr jî anî ziman ku binçavkirinên hatine kirin derî qeydê ne û tu hêleke wan a qanûnî tune ye. Demîr, bilêv kir ku du serlêdanên dawî yên hatine kirin, derbarê ciwanan de ye ku li bajêr tevli daxuyaniya ji bo Denîz Poyrazê bûne. Demîr, destnîşan kir ku dê vê yekê bişopînin û got: "Îqtidar ku dizane dê têk biçe, diwaze Tirkiyeyê ber bi tarîtiyekê ve bibe. Divê pêşî li ber vê bê girtin."    OHD: BÊHIQÛQÎTÎ YE    Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Hoşyar Sariyildiz jî destnîşan kir ku tişta hatiye kirin dijî usûla ceza û hiqûqê ye û got: "Divê polîs dev ji vê bêhiqûqîtiyê berdin. Ji dêvla kesan belesebeb û binçav dikin, bila bi lêpirsînên li gor heqiyê pêbaweriya ji bo edaletê teze bikin."    MA / Omer Akin