Dayika Medenî Yildirim: Kujerê Medenî kujerê Denîzê ye 2021-06-27 09:13:31   AMED - 8 sal berê li Licê di dema şermezakirina çêkirina qereqolan de polîsan Medenî Yildirim kuştibû, lê hê jî kiryarên wî nehatine darizandin. Dayik Fahriye Yildirim got: "Kujerê Medenî, kujerê Denîzê ye."    Di 28'ê Hezîrana 2013'an de li gundê Hezan ê navçeya Licê ya Amedê, di dema şermezarkirina çêkirina qaleqolan de, cendirmeyên Qereqola Hezanê gelk gulebaran kiribûn. Di dema gulebaranê de Medenî Yildirim jiyana xwe ji dest dabû û 9 kes jî bi giranî birîndar bûbûn.    Di kuştina Yildirim de tenê derbarê esker Adem Çîftçî de doz hatibû vekirin. Esker Çîftçî, di danişîna ewil a dozê de ku di 27'ê Cotmeha 2015'an de li Dadgeha Cezayê Giran a 7'an a Amedê hatibû lidarxistin, diyar kiribû fermandar emir daye wan û wan jî çek şixulandiye, lê di danişînên din de jî derpêş kiribû ku wî qet çek enşixualndiye û Medenî Yildirim jî nedîtiye. Çendî ku malbata Yildirim delîl berpêş kirin jî di 8'ê Mijdara 2016'an di danişîna 6'an de derbarê esker Çîftçî de biryara beraetê hatibû dayîn. Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê jî biryar xera kiribû û darizandin di 21'ê Kanûna 2017'an de cardin dest pê kiribû. Heyeta dadgehê di 7'ê Sibata 2019'an de diyar kiribû ku derfetên wan tune ye rapora pêzaniyê ya TRT'ê amade bikin û daxwaza ji bo girtina esker Çîftçî jî red kiribû. Dadgeha Îstinfaê xwestibû ji bo kêmasî bên temamkirin, divê li Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê rapora pêzaniyê bê amadekirin, lê belê zanîngehê jî diyar kiribû ku di vî warî de pisporên wan tune ne û rapor amade nekiribû.    Danişîna din a dozê ya din dê di 8'ê Tîrmehê de li Dadgeha Cezayê Giran a 7'an a Amedê bê lidarxistin.    Dayik Fahriye Yildirim, diyar kir ku 8 sal derbas bûne lê hê jî kiryar nehatine darizandin û got: "Em edaletê dixwazin."    ‘ÇÛ, HEW HAT'    Dayil Yildirim ku got "Medenê hevalê min bû", anî ziman ku gava kurê wê hatiye kuştin 18 salî bûye. Yildirim, diyar kir ku kurê wê ji ber ezmûnan dereng hatiye gund û got: "Ji bo zanîngehê dişixulî. Xeyalên wî mezin bûn. Lê nîvco man. Medenî, zarokekî pir jîr bû. Dilê wî bi ser gelê wî de bû. Wê rojê me yê li baxçe xwarin bixwara. Lê Medenî ji bo şermezarkirina qereqolê xwarin nexwar û derket,çû. Min xwarina wî hilanî, lê nehat. Min hîs kiribû, ji nişka ve êşek ket dilê min."    Dayik Yildirim, anî ziman ku hemû dîmen li holê ne, lê dîsaî kiryar nayên darizandin.    ‘KUJER HEMAN KUJER IN'    Yildirim, destnîşan kir ku armanca van komkujiyan ew e ku dewlet peyamekê bide kurdan û bal kişand ser kuştina Denîz Poyrazê. Dayik Yildirim got: "Kujerê me yê mezin Erdogan e. Kujer ne kesek tenê ye, gelek in. Kujerê Medenî û kujerê Denîzê heman kes e. Kujerên hemû ciwanên kurdan heman kujer in. Navekî li kujerê Medenî dikin, lê kiryar diyar in. Medenî jî digot, bi pêvajoya çareseriyê re pêşî li ber kuştina kurdan vekirine. Pêvajoya çareseriyê bû, deng ji çekan nedihat, xebera şehîdan nedihat. Lê gava pêvajoya çerseriyê qediya guleya ewil bera Medenî dan. Paşê dest pê kir. Goristanên me ji ciwanan xalî nabin. Kiryar Erdogan e, bila aqûbeta wî jî wekî ya Seddam Husên be."    ‘KUJERAN DIKIN ŞAHID'    Yildirim, bilêv kir ku bi nedarizandina kujer heqaret li wan tê kirin û got: "Hema bibêje di her danişînê de kujer heqaretê dike. Li dadgehê ji min re digot, 'Madem hûn kurd in, çima hûn hemû namirin.' Ez parastina kujer qebûl nakim. Rasterast Medenî hedef girt. Hûn kê dixapînin. Ew dibêjin me kesek kuşt û hema bibêje kêfa wan pê tê. Fermandarê qereqolê qet nehat darizandin. Tew bi ser de rabûn kujer anîn kirin şahid. Di dawiya danişînê de ew bêsûc, em sûcdar. Ji min re dibêjin, 'Heger Medenî neçûna qereqolê dê şehîd neketana.' Erdogan hat Amedê, Ji bo edaletê çûm wir, ji min pirsîn 'xaltî tu çi dixwazî, tu kar dixwazî, xanî dixwazî?' Ez doza edaletê dikim, ew ji min re qala kar û xanî dikin. Ez edaletê dixwazim. Lê mixabin li vî welatî edalet tune yye. Hele ji bo kurdan qet tune ye."    ‘EM Ê DEV JÊ BERNEDIN'    Yildirim di dawiya axaftina xwe de got: "Em dixwazin bes ev xwîn bê rijandin. Em doza aştiyê dikin. Em li dû doza xwe ne. Dê hesabê Medenîyan, Denîzan bê pirsîn. Em nediwestin ne jî dev jê berdidin. Tiştên diqewimin hemû peyam in ji bo kurdan. Medenî, zarokê gelê kurd e. BIla kes netirse, em bidin dû doza xwe. Dê gelek Medenî û Denîz bên. Ew tenê ne MEdenî, dixwazin hemû kurdan bitepisînin. Lê ez ê dev ji doza xwe bernedim. Ma ez bêdeng bimînim, nedim dû ez ê dayyikek çawa bim? Em hêvîşikestî nebin, wêrek bin."    MA /  Eylem Akdag