Zarokên Kurd dê bi zimanê xwe li tama klasîkên zarokan yên cîhanê binihêrin 2021-06-27 09:16:58 AMED – Weşanxaneya Aramê, Seta Klasîkên Zarokan ku ji 10 pirtûkan pêk tê wergerî Kurdî kir. Zarokên Kurd êdî dê Tom Sawyer, Pollyanna, Robîn Hood, Kontê Monte Krîsto, Ger û Geştên Gullîvero, Pînokyo, Oliver Twîst, Kemanjenê Piçûk, Masîreşkê Biçûk, Gera Li Dor Dinyayê Di 80 Rojan De bi zimanê Kurdî bixwînin.    Weşanxaneya Aramê, ku heya niha bi sedan pirtûkên Kurdî, Tirkî, wergerên ji zimanê biyanî çap kirine û gihiştandiye xwendekaran, ev car jî ji bo zarokan xebateke hêja û qedirbuha kir. Ji bo zarokên Kurd ji klasîkên zarokan ên cîhanê bêpar nemînin, ev demeke dirêj e xebata ku dimeşand gihîştande encamekê. Aramê di pirtûkxaneya xwe de cih da seta Klasîkên Zarokan ku ji 10 pirtûkan pêk tê.    Êdî zarokên Kurd dê bi zimanê dayikê karibin Tom Sawyer, Pollyanna, Robîn Hood, Kontê Monte Krîsto, Ger û Geştên Gullîvero, Pînokyo, Oliver Twîst, Kemanjenê Piçûk, Masîreşkê Biçûk, Gera Li Dor Dinyayê Di 80 Rojan De bixwînin. Ne tenê zarok; diyar e mezinên ku di zarokatiya xwe de bi zimanên din ev klasîk xwendine jî dê vê carê bi zimanê Kurdî xwe berdine nava behra klasîkên zarokan û bi zimanê xwe vê wêjeyê tam bikin.    MASÎREŞKÊ BIÇÛK   Masîreşkê Biçûk, pirtûka nivîskarê Îranî Samed Behrengî ye ku cûreya wê çîrok e. Ev pirtûk berhema Samed Behrengî ya herî bi nav û  deng e ku di dema 12’ê Îlonê de li Tirkiyeyê di nava pirtûkên qedexe de hatibû diyar kirin û hê jî li Îranê di lîsteya pirtûkên qedexe de cih digire. Ev çîrok behsa edalet, wekhevî, berxwedana li hemberî neheqiyan û fikrên pirsiyarîkirina wan qedexe ye dike. Masîreşkê Biçûk ku ji 38 rûpelan pêk tê ji hêla Rojhilat Aydin û Rêdûr Dîjle ve ji zimanê Farisî bo Weşanxaneya Aramê hate wergerkirin.    POLLYANNA   Pollyanna, pirtûka nivîskara Amerîkî Eleanor H. Porter e û di sala 1913’an de hatiye çapkirin. Pollyanna, ji roja ku hatiye nivîsandin heya niha li gelek zimanan hatiye wergerandin û yek ji berhemên sereke yên zarokan e. Pollyanna, behsa çîroka zarokeke sêwî dike. Piştî bavê wê dimire, li Vermontê li cem xaltîka xwe ya zengîn, lê cirnexweş dimîne. Jiyana Pollyannayê bi her awayî li ser asasên bextewariyê ye. Bereksê cirnexweşiya xaltîka xwe, biçe kû derê bextewariya xwe jî bi xwe re dibe wir. Lîstika wê ya bexetewariyê, wê ji helwesta hişk a xaltîka wê diparêze û wê bi jiyanê vê girêdide. Tu tişt nikare wê bedbext bike. Xaltîka wê odeya herî xirab a malê, odeya bê xalî û tej dide wê. Lê gava li vê odeya xirab tê bicihkirin Pollyanna ya xwîngerm dîsa jî dibêje bergeha herî xweş ji vê derê xuya dike û her wiha gava ji bo xwarinê dereng dimîne xaltîkê ew ceza dike, lê dîsa jî malavayiya xaltîka xwe dike. Tevahiya bajarokê bi saya “Lîstika Bextewariyê” ya Pollyannayê hay ji qîmeta jiyanê çêdibe. Axirê di dawiya çîrokê de Pollyanna ya ku ji xemgîniyê dilxweşiyê, ji zehmetiyan kêfxweşiyê diafirîne xaltîka xwe ya cirnexweş jî diguherîne û dilxweş dibe. Zarokên Kurd dê êdî Pollyanna bi wergera Rêdûr Dîjle bixwînin.   KEMANJENÊ PIÇÛK   Kemanjenê Piçûk, berhema nivîskara Amerîkî Eleanor H. Porterê ye. Di sala 1916’an de hatiye nivîsandin. Davîd, kurê kemanjenekî navdar e li cîhanê û piştî hevjîna wî dimire tevî kurê xwe ji holê winda dibe. Bavê Davîd, , wî dibe cihekî ku mirov lê tune ne, wî li nav xwezayê mezin dike. Xweşiyên jiyanê yên rasteqîn, çiya, dar, kulîlk û heywanan li ber dilê wî xweş dike. Davîdê ku ji mirovan, ji hemû xirabiyan û gunehan dûr mezin dibe, bi mirina bavê xwe bi tenê dimîne. Êdî ji xeynî kemana wî tu tiştekî wî tune ye. Ev pirtûka ku bi gelek zimanan hatiye wergerkirin bi wergera Aynur Ilı, di refên pirtûkxaneyên Kurdî de jî cihê xwe girt.    OLIVER TWIST   Oliver Twist, romana duduyan a Charles Dickens e. Di sala 1838’an de hatiye nivîsandin. Oliver, li sêwîxaneyekê tê dinê. Wexta dibe 9 salî, wî dibin sêwîxaneyeke dinê û li vê derê ji ber ku şorbeyeke din dixwaze, midûrê sêwîxaneyê wî dide ber destê darbestvanekî. Li vê derê jî neheqî û tahdeyeke mezin lê tê kirin. Oliverê bêkes hew îdare dike û berê xwe dide Londrayê. Wexta li taxeke perkende ya Londrayê tî û birçî digere, leqayî Dogerê hilebaz tê. Axirê Doger wî daxilî nav çeteyeke cêbkesrana dike. Oliver Twist, destaneke wêrekî û duristiyê ye; têkoşîna zarokekî bêkes e, li dijî çeteyan. Zarokên Kurd vê pirtûkê jî dê bi wergera Rêdûr Dîjle, bi zimanê xwe karibin bixwînin.    PÎNOKYO   Li gor tê gotin, li cîhanê piştî Qur’an û Încîlê pirtûka herî zêde hatiye xwendin û li zimanên din hatiye wergerandin Pînokyo ye. Sebeba vê jî, çendî ku wekî çîrvanokeke zarokan bixuyê jî, lê di esasê xwe de di nav wêjeya cîhanê de deqa xwedî wesfên herî wêrek û biraz e. Çîroka Pînokyo, qelsî û durûtiya me ya ji ber sixtekariya me aşkere dike. Lewma çendî wekî karakterekî kûkla û pêlîstikî xuya bike jî, a rast di nava me hemûyan de Pînokyoyekî ku rabûye pêdarê heye. Ev kûklayê pêlîstikî yê bi destê Hoste Gepetto ji êzingekî bisêr hatiye çêkirin û dû re bûye kurikek; her cara ku derewan dike pozê wî mezin dibe! Ew her tim bi qencî û dilhenûniya xwe hereket dike. Lê belê dû re her tim ji rêya xwe dertê û çav ber dide rêya herî rihet. Yanî ji bo ji cezayan xelas bibe, bi derewan emel dike. Hingî hînî derewan dibe, piştî wextekê êdî nikare rastî û derewê, tiştên bera û nebera ji hev derxe. Aha! em jî werê ne. Hûn ê bi vî lehengê şîrîn û xweşik ê nivîskarê Îtalî Carlo Collodî ku di sala 1881’ê de nivîsandiye, xenê bibin. Pînokyo, bi wergera Rêdûr Dîjle, di nava pirtûkên zarokan de bi etîketa Aram'ê bi zimanê Kurdî cihê xwe girt.    GER Û GEŞTÊN GULLIVERO   Romana Ger û Geştên Gullîvero ya Jonathan Swift ku di sala 1726’an de hatiye nivîsandin, behsa ger û geştên bijîşkê bi navê Lamuel Gullîver dike. Gullîver, çend caran ji qezayên deryayê difilite û her carê jî xwe li warekî din ê xerîb dibîne. Li van warên xerîb, ku ji welatê wî Îngilîstanê pir û pir cudane, leqayî tiştên pir ecêb tê. Gullîver, li welatê ecûckan wekî dêwekî, li welatên dêwan jî wekî ecûckekî dijî. Gava hûn vê pirtûka nuwaze bixwînin û xwe bera nav pêlên serpêhatiyên Gullivero bidin, hûn ê kêfeke mezin jê bistînin û jê pir hez bikin. Di ser xwendina we re, sal û zeman jî derbas bibin hûn ê bixwazin careke din lê vegerin û bixwînin. Ev pirtûka bi nav û deng jî bi wergera Sorgul Keskîn hate çapkirin.    KONTÊ MONTE KRÎSTO   Alexandre Dumas, di sala 1844'an de romana Kontê Monte Krîsto nivîsiye. Romaneke dîrokî-serpêhatiyî ye. Dijminên Edmond Dantes, şeva dawetê bi hinceta ku dek û dolab li kiral gerandiye, bi awayekî neheq wî digirin û dixin Şatoya Îfê. Dantes, li vê derê rahibê bi navê Abbe Farya nas dike û bi saya wî komploya lê hatiye çêkirin baş fêm dike. Farya wî baş serwext dike. Rojekê Farya jê re behsa xezîneyekê dike. Piştî vê, ji bo revê bi hev re tunelekê çêdikin. Lê roja ku tunel bi dawî dibe Farya dimire. Gava ku xwendekar dest bi xwendina çîroka vî zilamî bike, ku 14 salan bi neheqî di hepsê de maye û piştre jê reviyaye, wê pir kelecanî bibe. Kontê Monte Krîsto bi wergera Şengul Ogur di nava pirtûkên Aram'ê de cihê xwe girt.    ROBIN HOOD   Robîn Hood, kesayeteke ku di çîrokên gelê Îngilistanê de cihê xwe digire ye. Tê texmîn kirin ku ev çîrok di sedsala 12'mîn de derbas dibe. Kesekî li hemberî zordestan serî hildide, ji wan didize û dide feqîran. Kesên xerab ceza dike û yên baş diparêze. Di danasîna wergera Kurdî ya Robîn Hood de wiha tê gotin: "Heke we karîba ji zengînan bistenda û bidaya feqîran, ma wê kêfa we nehatiba? Ma we jî ne dixwest yên xerab ceza bikira û yên baş biparasta? Gava we dîtiba yên xwedî dewlet, zulm û zorîyê li feqîr û belengazan dikin we yê çi kiriba? Ji bo ku serê we neketiba belayê hûn ê bêdeng bimana ya hûn ê bi wêrekî derketana pêş û we yê alîkariya wan kiriba? Heke hûn jî bibêjin; 'Min ê jî wekî Robîn Hood kiriba!' naxwe hûn qet li ser zehmetiyên vê yekê fikirîne? Heke hûn Robîn Hoodek bûna, belkî hûn ê li çol û çiyayan geriyabana, we yê xwe li daristanan veşartiba, hûn ê li derve, ya jî li bin siya darekê, ya jî li şikeftekê, ya jî li bin kendalekî bi hêwa, razabana... Hûn ê bi tevî hevalên xwe, yên şêr û şên, li hemberî hemû zengînên dilkevir, walîyên xedar, qralên çavsor û keşeyên bêmerhemet, bêetlan û betlan sekinîbana." Robîn Hood, bi wergera Sorgul Keskîn derket.    TOM SAWYER   Çîroka Tom Sawyer a nivîskarê Amerîkî Mark Twain, di sala 1875’an de hatiye çapkirin. Tom, sêwî ye û li ba xaltîka xwe dijî. Zarokekî îsyankar, ingirokî, fêlbaz û şerûd e. Ji bo ji cezayên lê tên birîn xelas bibe, tiştên werê dike ku mirov heyr dimîne û axirê her tim xwe bi xelasê dixe. Bi wan xeyalên xwe yên dorfireh, li çeman, li daristan, şikeft û giravên razdar wekî lehengekî dijî. Lê gava ji vê jiyana sêrdar dertê, Tom li gundê Missouriyê yê St. Petersburgê cardin dibe zarokekî nehs. Wexta xwîner çîroka vî zarokê nehs, mirovan dibehicîne û dibe bela serê xaltîka xwe Pollyê bixwîne, wê bibîne ku Tom, ne yekî xerîb e. Tom Sawyer ji hêla Rêdûr Dîjle ve hatiye wergerandin.    GERA LI DOR DINYAYÊ DI 80 ROJAN DE   Phileas Fogg, kesekî sirdar, zengîn û pir nazik e. Jiyaneke wî ya pir bi rêk û pêk heye. Bi nişmîbûn û rêkûpêkiya xwe tê naskirin. Rojekê li “Kulûba Zanistê ya Londrayê” ku endamê wê ye, ji bo tiştekî ku hema bibêje pêkanîna wê ne mimkun e şert digire û hemû serweta xwe datîne holê. Li gor vê wê di 80 rojî de li derdora dinyayê bigere. Hem jî bêyî rêya hewayî û bêyî planeke wî hebe. Fogg, tevî cîgirê xwe dide ser vê riyê. Roj heye li ser pişta fîlan, roj heye bi tirênê an jî bi keştiyê rêwîtiya xwe didomîne. Di vê rêwîtiyê de bi gelek zor û zehmetiyan re rû bi rû dimîne. Di dema vê rêwîtiyê de geh mirovên talûke geh jî xefiye didin dû wan. Gelo Fogg gera xwe ya li derdora dinyayê di wext de diqedîne yan na? Ev romana bi nav û deng jî êdî bi wergera Aynur Ilı dê li ser zimanê zarokên Kurd bigere.    Ev 10 pirtûkên ku weke Seta Klasîkên Zarokan hatiye amadekirin dê bala mezinan jî bikişîne. Hem li pirtûkfiroşan hem jî li ser malpera https://aramyayinevi.com hûn dikarin xwe bigihînin van berhemên hêja.    MA / Abdurrahman Gok