Girtîgeh bi hinceta 'em tên rexnekirin' nameyan desteser dike 2021-06-27 09:56:39   SÊRT - Hevşaredarê bajaroka Weysil Qeranî Enes Cengîz ê berê, diyar kir ku nameyên tên şandin bi hinceta “Rêveberiya girtîgehê tê rexnekirin” ji bo girtiyan nayin dayîn.    Hevşaredarê berê yê bajaroka Weysil Qeranî ya navçeya Hewêl a Sêrtê Enes Cengîz, di 21’ê Kanûna 2016’an de, di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê bi rêve bir de, bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin. Cengîz berî 9 mehan ji Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Êlihê hatibû kirin.    Cengîz ê li Girtîgeha Êlihê 7 mehan di hucreyek yek kesî hat girtin, bi hinceta ku tekmîla lê dihat ferz kirin qebûl nekir, heya 6 mehan hevdîtinên wî yên telefonê yên bi malbatê re dihatin qût kirin.   DEST DANÎN SER NAMEYAN   Rayedarên girtîgehê, di heman demê de dest datînin ser nameyên malbatê ji Cengîz re dişandin. Hat diyarkirin ku desteserkirina nameyan "di nameyê de nûçeyên derbarê Cengiz de û rexnekirina rêveberiya girtîgehê” weke hincet didan nîşandan. Keça Cengîz Esra Cengîz a di 24’ê Hezîranê de çûbû hevdîtin bavê xwe, pirsgirêkên ku bavê wê dijîn vegotin. Esra Cengîz, anî ziman ku naxweşiya Kronîk a Kezebê Obstruktif (KOAH) bi bavê wê re heye û wiha axivî: “Bavê min di 7’ê Gulanê de bi şewba vîrûsê ket. Bi derfetên xwe pir zor û dijwar karî derbas bike.”   AGAHIYEK ŞAŞ   Cengîz, diyar kir ku hevdîtinên vegerî ji holê rakirine û wiha got: “Bavê min ji ber cezayê dîsîplînê jî, nedikarî derkeve hevdîtina girtî. Piştî 3 meha min hevdîtina girtî bi bavê xwe re kir. Min ji bavê xwe pirsa hûn di odeyek 3 kesî de dimînin kir. Lê bavê min got, 7 mehin di hucreya yek kesî de dimîne. Min jê re got, ez li rayedarên girtîgehê geriyam û wan jî ji min re gotin bavê te di odeyek 3 kesî de dimîne. Lê derket holê ku agahî çewt dane me hemûyan.”   JIYANA TECRÎD KIRÎ   Cengîz, dest nîşan kir ku odeya bavê wê nayê dezenfekte kirin û wiha bi lêv kir: “Rîska ku bavê min cardin bi vîrûsê bikeve heye. Divê bi lezgînî wî bixin odeyek din. Ligel ku di girtîgehê de ode hene jî, bavê min naxwazin odeyek baş de.”    Esra Cengîz, di dawiya axaftina xwe de, tiştên ku bavê wê jê re gotibûn wiha rêz kirin: “Di girtîgehê de paqijî tuneye. Ev 7 mehin min di hucreyê de digirin. Ji ber ku 6 mehin tekmîlê qebûl nakim, hevdîtinên min ê telefonê piştî 30 saniyan qût dikin. Kovar û rojnameyan nadin min. Yanî ez jiyaneke di tecrîdê de dijîm. Divê demildest şert û mercên min bên başkirin û rayedarên girtîgehê dawî li van helwestên xwe yên keyfî bînin.”