Ji ber koronayê 52 kesên din jî mirin 2021-06-27 20:29:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 24 saetên dawî de 52 kesan ji ber koronayê mirin û 4 hezar û 883 pêketiyên nû hatin tespîtkirin.    Wezareta Tenduristiyê tabloya vîrûsa koronayê (Kovîd-19) a rojane ango 24 saetên dawî ya li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê belav kir. Li gorî daneyên Wezaretê di 24 saetên dawî de 52 kesan jiyana xwe ji dest da û 390 nexweşên nû jî di nav de 4 hezar û 883 pêketî hatin tespîtkirin.    Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejmara giştî ya miriyan gihîşt 49 hezar û 576’an û bi giştî 5 milyon 409 hezar 27 kes jî bi koronayê ketine.