Girtiyê nexweş Ozkan ji bo rapora ATK’ê sewqî Stenbolê kirin 2021-06-27 21:10:42 AMED - Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ji bo raporê sewqî Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê hat kirin.   Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan (83) ê di Girtîgeha Amedê Tîpa D'yê de tê ragirtin piştî sewqî Xarpêtê hat kirin, niha jî sewqî Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê hate kirin.   Parêzer Aslihan Bûlût a endama OHD’ê ya ku parêzertiya Ozkan dike diyar kir ku Ozkan danê sibehê bi balafirê birine Stenbolê û got: “Wê roja Duşemê Ozkan sewqî Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê were kirin û a niha em nizanin li Stenbolê di kîjan girtîgehê de ye”   Ozkan ê ku di sala 1996’an de li Mêrsînê bi sûcdariya "endamê rêxistinê ye" hatibû girtin bi hinceta ku berpirsê kuştina Tûggeneral Bahtîyar Aydin e, cezayê heta hetayê lê hatibû birîn.   Ozkan ê ku 25 sal in di girtîgehê de ye, ji roja ku hatiye girtin û heta niha 5 caran dilê wî sekiniye, 4 caran jî anjiyo bûye. Ozkan gelek nexweşiyên wî yên ku tansiyon, gûatra jehrî, helandina hestiyan, nexweşiya roviyan û qelsbûna hiş pê re heye.