Kartvîzîtên komeleyan wek delîliya ‘endamtiya rêxistinê’ hatiye nîşandan 2021-06-28 09:01:10 AMED – Derbarê rêveberê MEBYA-DER’ê Azîz Olçen de îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de kartvîzîtê ÎHD’ê wek delîliya “endamtiya rêxistinê” hatiye nîşandan.  Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê Komeleya Çand û Yekîtiyê ya Piştevaniya Alîkariya Malbatên Xizmên Xwe Di Dergûşa Şaristaniyê De Winda Kirine (MEBYA-DER) lêpirsîn dabû destpêkirin û 29 endam û rêveberên komeleyê xistibûn ber lêpirsînê. Îdianameya lêpirsînê temam bû. Yek ji rêveberên Komeleyê Azîz Olçen ku negirtî tê darizandin û bi şertê kontrola edlî ji binçavan hatibû berdan. Derbarê Olçen de bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” dozname hat amadekirin û ji aliyê 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin.    KARTVÎZÎT KIRINE SÛC!   Di îdianameyê de kartvîzîtê Komeleya Mafê Mafê Mirovan (ÎHD) ku dema binçavkirinê hatiye desteserkirin, kartên TUAY-DER’ê, MEBYA-DER’ê û Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizan re û ketina malpera ANF’ê wek delîliya “endamtiya rêxistinê” hatiye nîşandan. Olçen ji van kartan û ketina malperê tê sûcdarkirin. Xebatên wî yên komeleyê hemû wek sûc hatine rêzkirin. Di îdianameyê de derbarê Olçen de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” heta 15 salan cezayê hefsê tê xwestin.