Danişîna rojnamevan Şahîn hat taloqkirin 2021-06-28 11:00:18   AMED - Danişîna 3’yemîn a doza rojnamevan Hatîce Şahîn hat taloqkirin.    Nûçegihana rojnameya Yenî Yaşamê Hatîce Şahîn ku di çarçoveya lêpirsîna li ser Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di 18’ê cotmeha 2018’an de hatibû binçavkirin û pişt re hat berdan bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin. Danişîna 3’yemîn a doza Şahîn li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Derbarê Hatîce Şahîn de heta 15 salan cezayê hefsê tê xwestin.    Şahîn û parêzerê xwe Resûl Tamûr di danişînê de amade bûn. Tamûr xwest doz were betalkirin û biryara beraetê were dayîn. Şandeya dadgehê ji bo temamkirina naveroka dosyeyê danişîn taloqî 11’ê cotmehê kir.