Li Bestayê şewat derket 2021-06-28 11:40:00   ŞIRNEX- Li herêma Bestayê, bi destpêkirina operasyona leşkerî re li gelek noqteyan agir bi daristanan ket.    Li herêma Bestayê ya Şirnexê, bi destpêkirina operasyonên leşkerî re gelek deveran agir bi daristanan ket. Çavkaniyên herêmê ragihandin ku duh li herêmên Girêgivara, Bestahincê, Germav û Kanîfeşkê agir bi daristanan ketiye. Ji ber operasyonên leşkerî welatiyên li herêmê nikarin şewatê vemirînin. Her wiha hat zanîn ku li noqteyên şewatê tevgera hewayî heye.