Nobeta ‘edaletê’ ya Malbata Şenyaşar di roja 112’emîn de ye 2021-06-28 11:40:22   RIHA - Çalakiya nobeta “edaletê” ya Malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 112’emîn de berdewam dike.    Çalakiya nobeta “edaletê” ya Malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 112’emîn de berdewam dike. Malbatê li ber bariyerên li pêş edliyê dest bi nobetê kir.    BANGA PIŞTEVANIYÊ    Ferît Şenyaşar derbarê çalakiya nobetê ku digirin de axivî û got: “Her kes haya wan ji doza me heye. Di serdanên me hemûyan de her kes tîne ziman ku bi zilmê re rûbirû mane. Herî dawî me serdana Serokê Baroya Stenbolê kir. Got ku wê doza me bişopînin. T3ekoşîna me berdewam dike. Xwedîderketinek mezin çêbûye û her ku diçe zêde dibe. Ev piştevanî jî hêza li ber xwe dayînê dide me. Ji bo piştevaniyê em li benda her kesî ne ku werin vir.”    ‘SÛCÊ MIROVAHIYÊ’    Malbatê li ser hesabê xwe yê medya sanal twîtek derbarê sûcê ku li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê hatiye kirin belav kir û hat destnîşankirin ku Qesra Edaletê ya Rahayê wezîfeya xwe pêk nayne û 112 roj in têkoşîna wan edaletê didome û tevî belgeyên fermî jî sûcê mirovahiyê diqewime.