Di şerê navbera du malbatan de kesek mir 2021-06-28 12:09:58   MÊRDÎN - Li navçeya Kerboranê di navbera du malbatan şer derket û kesek jiyana xwe ji dest da.    Li mezraya Gundikê Eliyo ya bi ser navçeya Kerborana Mêrdînê ve di navbera du malbatan de şer derket. Di şer de Hayrettîn Yeşîlmen jiyana xwe ji dest da û birayê wî Fahrettîn Yeşîlmen jî bi giranî birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê.