Parêzeran cardin ji bo Îmraliyê serlêdan kirin 2021-06-28 12:52:48   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Cengîz Yureklî ji bo ku roja duşemê bi miwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Birayê Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, ji malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîha Çetîn bi riya parêzerên xwe ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.     Di 23’ê Îlona 2020'an de bi hinceta “Nexşerêya" ku di sala 2009’an de weke pêveka parastina xwe ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) re şandiye, ji bo 6 mehan biryara qedexeya parêzeran dabûn Ocalan û 3 girtiyên gel wî. Li gel ku qedexeya hevdîtinê di 23’yê Adarê de qediya jî, ji serlêdanên parêzeran re ne erênî ne neyînî bersiv nayê dayîn. Dîsa bi serlêdana parêzeran a çileya 2021'an de derket holê ku cezayek dîsîplînê yê nû dane Ocalan.    Ji parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 salan di 2-22’ê Gulan, 12-18’ê Hezîran û 7’ Tebaxa 2019’an de hevdîtin bi muwekîlên xwe re kiribûn.   Ligel ku qedexeya hevdîtinê ya Ocalan di 23'yê Adarê de bi dawî bû jî, bi tu awayî bersiva serlêdanên parêzeran nayin dayîn.    HEVDÎTIN DI NÎVÎ DE QÛT BÛ   Herî dawî ji ber îdiayên li ser hesabên medya civakî yên derbarê Ocalan de fikarên raya giştî mezin bûbûn û di 25’ê Adarê de birayê Ocalan Mehmet Ocalan pê re bi telefonê axivî bû. Lê Mehmet Ocalan ragihandibû ku hevdîtina telefonê di nivî de hatiye birîn. Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F di bin tecrîdeke girankirî de girtî ye cara ewil di 27’ê Nîsana 2020’an bi telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivîbû.