Zibare û stran palehiyê xweş dikin 2021-06-29 09:07:59 ŞIRNEX - Li gundên Şirnexê cih ango zeviyên ku bîçer nikarin lê çinînê bikin, gundî zibareyê çê dikin û li ber stranan palehiyê dikin.  Li bajarên bakurê Kurdistanê hişkesaliyê her çiqas xêrûbêra dexlûdan kêm kiribe jî cotkar zadên xwe berhev dikin. Li navçeyên Silopiya, Cizîr û Hezexê xelkê zadên xwe berhev kirin. Lê belê li navenda bajêr û gundên wê hêj çinîna zad berdewam dike. Traktor û bîçer (makîneya çinînê) nikarin biçin zeviyên gundên navenda Şirnexê û zeviyên zad bi destan tên çinîn. Gundî ji bo çinîn ango dirûna genim kom dibin û bi zibareyî genimên xwe diçinin. Gundî bi dîtbariyek xweşik ku di şiklê koroyê de stranan dibêjin û palehiyê dikin.    KOROYA PALEHIYÊ    Welatiyên ku palehiyê dikin li kêleka hev rêz bûne û bi bêhnekê li genim dixin û diçinin. Palevanên ku gurz bi gurz genim diçinin dema datînin erdê ji hev re dibêjin “bereket be” û mora xwe li kar tînin. Stranên ango payîzokên herêma Botanê diavêjin ber hev û li hev vedigerînin. Palehî jî li ber dengê stranan bi rîtmek xweş pêk tê û dîtbariyek bedew derdikeve holê.    Osman Îrmez ê ku genimê wî ji aliyê palevanan ve hat çinîn destnîşan kir ku bi salan e ew vê kevneşopiyê berdewam dikin.    KEVNŞOPIYA BI SALAN   Îrmez da zanîn ku ew zadên zeviyên xwe yên ku bîçer û traktor nikarin bikevinê bi dasûkan û tirpanê diçinin û got: “Berê em kom bi kom bi mehan dixebitîn. Bi salan e em wisa diçinin. Rojê me du zeviyan bi dasûkan diçinî.”    STRAN BAR Û WESTANDINÊ SIVIK DIKIN    Îrmez anî ziman ku palevan dema stranan dibêjin barê wan û westandina wan sivik dibe û got: “Di dema berê de ev ked û çand pir xweş bû. Çend roj berê ez bi tena serê xwe xebitîm lê min nikaribû zêde bicinim. Lê dema zibare tê û zad diçinin li ber xwe nade. Dema em stranan dibêjin, em zûtir zadên xwe diçinin. Bi vî awayî ji me re hêsan tê. Wextê palevan xwe didine kar û bi strandinê em nizanin wextê me çawa derbas dibe.”    MA / Mujdat Can