Parêzer Beşdar Hessen: Tirkiyeyê xwest PDK'ê jî 30 sal ceza li rojnamevanan birî 2021-06-29 09:21:27 NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzer Beşdar Hessen, diyar kir ku bi zext û zoriyên Tirkiyeyê cezayê li 5 rojnamevan û aktivîstên li Dihokê hatin girtin hatiye pesendkirin û got: "Tirkiye dixwaze, PDK jî wan digire."  Di êrişa hewayî ya Tirkiyeyê de ku di 23'yê Çileya 2019'an de li bajaroka Şêladizê ya Herêma Kurdistana Federe kirûbû, 6 sivîlan jiyana xwe ji dest dabû. Ji ber vê di 26'ê Çileyê de bi hezaran kes daketibûn kolanan û bertek nîşanî Tirkiyeyê û eskerên wê yên li herêmê dabûn. Serokê Herêma Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî ku wê demê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federe bû, kesên li Şêladizê tevli çalakiyan bûbûn hedef nîşan dabûn û gotibû dê derbarê kesên tevli çalakiyê bûne de lêpirsînê bidin destpêkirin. Piştî daxuyaniya Barzan, rojnamevan, aktivîst, nivîskar û rewşenbîr jî di nav de bi sedan kes hatibûn binçavkirin. Piştî kamera, wênegir û kartên rojnamevanan hatibûn desteserkirin hatibûn berdan û paşê ji bajêr hatibûn derxistin. Piştî Şêladizê zext û zoriyên li ser aktivîst, nivîskar û akademîsyenan zêde bûn û di sala 2020'î de di çarçoveya heman konseptê de gelek kes hatibûn binçavkirin û girtin.    30 SAL CEZAYÊ HEPSÊ    Di 13'ê Hezîrana 2020'î de li Dihok, Behdînan, Amediye, Şêladizê, Qeladizê û gelek deverên din, di avêtina ser malan de nêzî 400 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatibûn binçavkirin 320 kes hatibûn berdan û 76 kes jî hatibûn girtin. Rojnamevan-aktivîst Guhdar Zêbarî, Harîwan Îsa, Şivan Seîd, Şêrwan Şêrwanî û Eyaz Kerîm ku di 16'ê Sibata 2021'ê de li Dadgeha Ceza ya Hewlêrê hatibûn darizandin, 6 sal ceza li wan hatibû birîn. Parêzerên wan serî li Dadgeha Îstinafê dabûn, lê belê dadgehê serlêdana wan red kiribû û cezayê wan di 27'ê Nîsanê de hatibû pesendkirin.  Parêzeran ji bo ceza bê xerakirin di 20'ê Gulanê de serî li Dadgeha Bilind dabûn, lê belê dadgehê serlêdana wan red kiribû û biryara xwe di 20'ê Hezîranê de bi awayekî teqez pesend kiribû. Ji xeynî van li  rojnamevan Qehreman Şukrî jî ku di 26'ê Hezîranê de li Dihokê hatibû girtin û 5 meh in girtiye, 7 sal û li rojnamevan û aktivîst Umêd Beroşkî jî salek ceza hatibû birîn.    Parêzer Beşdar Hessen zext û zoriyên PDK'ê yên piştî bûyerên li Şêladizê zêde bûne nirxandin.    ÎFADEYÊN ŞAHIDÊN VEŞARÎ   Beşdar Hessen ku parêzerê rojnamevan û aktivîstên girtî ye, got: "Pêşî ji rojnamevan û aktivîsatn re gotin, 'Pêwendîya we bi konsolosên DYA, Brîtanya û Almanyayê re hene, hûn ji wan dixebitin, daxuyaniyan didin û hûn zirarê didin ewlehiya Herêma Kurdistanê.' Paşê wan bi hinceta 'Pêwendiya wan bi PKK'ê re heye û li ser navê PKK'ê dixebitin tawanbar kirin.' Di hiqûqê de tu cihekî van tawanbariyan tune ye. Îfadeyên şahidên veşarî yên di nav asayîşa PDK'ê de girtin. Ev şahidên veşarî ku di nav hêzên taybet de ne û navên wan nayên aşkerekirin, dibêjin rojnamevan û aktivîst ji bo PKK'ê dixebitin. Halbûkî ev angaşt, qet ne rast e. Welatiyên Herêma Kurdistanê bixwazin biçin ku dikarin biçin. Çûna gundan jî kirin sûc û wekî xebata ji bo PKK'ê bi nav kirin. Li mala rojnamevanekî tivingek hat dîtin û vê wekî çek ehsibandin. Halbûkî ji bo nêçîrvaniyê bû."    DAXWAZA TIRKIYEYÊ    Hessen, anî ziman ku tu sûcekî kesên hatine girtî tune û ji bo tiştên tên tawanbarkirin delîlek berbiçav tune ye û got: "Di şexsê wan de dixwazin azadiya gelê Behdînanê bieciqînin. Biryar ne biryareke hiqûqî ye, siyasî ye. Hikûmet di televîzyonê de bi derewan propagandaya azadî û demokrasiyê dike, lê belê her diçe paşve diçe. Di televîzyonan de diaxivin, lê di rastiyê de nakin. Ev kes sirf ji ber ku li ber êrîên Tirkiyeyê rabûn hatin girtin. Tirkiye, zorê dide ser hikûmetê û PDK'ê. Naxwaze li herêmê l dijî Tirkiyeyê liv û tevgerek û protestoyek çêbibe. Ji bo ber dilê Tirkiyeyê xweş bikin van kesan girtin. Ji ber ku Tirkiyeyê xwest, ceza li rojnamevan û aktivîstan hat birîn."    ‘DIVÊ EM LI BER RABIN'    Hessen, bilêv kir ku dixwazin kesên hatine girtin wekî rojnamevanan bên darizandin ûg ot: "Lê dadgehê, li gor qanûna terorê ku di 2003'yan de hatiye çêkirin, ew darizandin û ceza li wan birî. Heger em li ber vê bêhiqûqîtiyê ranebin, dê me hemûyan bitepisînin û azadiya me binpê bikin. Divê em li ber zext û zoriyên hikûmetê rabin."    MA / Azîz Orûç