Li Medenê bi pîleya 4.3 erdhej pêk hat 2021-06-29 09:59:22 XARPÊT - Li navçeya Medenê bi pîleya 4.3 erdhej pêk hat.    Li navçeya Medenê ya Xarpêtê, saet di 06.41'an de bi pîleya 4.3 erdhej pêk hat. Erdhej 5 kîlometre di bin erdê de pêk hat û li herêmê bû sedema xofê.    Di 25'ê hezîranê de li navçeya Depê ya Xarpêtê jÎ bi pîleya 5.3 erdhej pêk hatibû û li gelek gundan xesar gihîştibû malan.