Kurê Metîn Lokûmcû: Bi tena serê xwe bimînim jî ez ê edaletê bînim 2021-06-29 11:20:28   TRABZON – Kurê Metîn Lokûmcû Ûlaş Lokûmcû, diyar kir ku bi awayekî zanîstî îspat kirine ku bavê wî bi gaza îsotê hatiye kuştin û ev tişt got: "Ev çekeke kîmyewî ye. Ev çek dikare we jî bikuje. Ji ber vê heke em îro deng dernexin dibe ku sibê em jî bimirin."   Di 31'ê gulana 2011'an de li navçeya Hopa ya Artvînê, ji ber hatina serokwezîrê demê Recep Tayyîp Erdogan li navçeyê çalakiyên şermezarkirin hatibûn lidarxistin. Polisan bi gazên kîmyewî mudaxaleyî çalakgeran kiribûn û di encama vê mudaxaleya polisan de Metîn Lokûmcû jiyana xwe ji dest dabû. Doza ku ji ber mirina Lokûmcû hatibû vekirin didome û midurên polisan ên navçe û bajar jî di nav de 13 polis bi sucdariya "bi xusûr bûne sedema mirinê" tên darizandin. Piştî 10 salan danişîna yekemîn a dozê hat dîtin û dadger hemû daxwazên malbata Lokûmcû red kir. Kurê Metîn Lokûmcû Ûlaş Lokûmcû ji ajansa me re axivîn û pêvajoya ku ji niha şûn ve bidome nirxand.    ' EZ Ê EDALETÊ BÎNIM'   Ûlaş Lokûmcû, diyar kir ku di danişîna yekemîn de tune hatine hesibandin û ji ber vê yekê ji danişîna duyemîn ne bihêvî ye û wiha got: "Di hêla parastinê de em li cihê bêwatebûna gotinê bûn. Ji ber vê em bi hêvî nehatin danişînê. Me digot biryarek heye û dê ew biryar bê pêkanîn. Lê di vê danişînê de di encama dersdayîna hiqûqê ya parêzeran em dixwazin bawer bikin ku dadger biwijdan tevgeriyaye. Me destkeftiyek bi dest xistiye. Ka em binêrin çi li benda me ye. Ev doz biçe Fîzanê û ez bi tena serê xwe bimînim jî ez edaletê bînim. Dixwazim ispat bikim ku Metîn Lokûmcû vala nemiriye. Me bi bi awayekî zanîstî îspat kirine ku bavê wî bi gaza îsotê hatiye kuştin. Ev çekeke kîmyewî ye. Ev çek dikare we jî bikuje. Ji ber vê heke em îro deng dernexin dibe ku sibê em jî bimirin."   MA / Tolga Güney