Dadgeha Amedê cezayê hefsê li rojnamevan Boltan birî 2021-06-29 14:51:44   AMED - Dadgehê bi îdiaya ku rojnamevan Hakki Boltan “heqaret li serokkomar û serokwezîrê berê Ahmet Davûtoglû kiriye” 2 sal û 17 roj cezayê hefsê lê hat birîn.    Rojnamevan Hakki Boltan di sala 2016’an de têkildarî Midurê Karên Nivîsan ê Azadiya Welat Rohat Aktaş ku di qedexeya derketina derve ya li Cizîrê de li jêrzemîna avahiyekê hat qetilkirin, daxuyanî dabû. Boltan gotibû Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê berê Ahmet Davûtoglû berpirsiyarê qetilkirina Rohat Aktaş in. Ji ber vê yekê doz li Boltan hat vekirin. Danişîna doza Boltan li 12’emîn Dadgeha Cezayê Asliyê ya Amedê hat lidarxistin.    Dozger xwest li Boltan cezayê hefsê were birîn.    ‘JI HEQARETÊ WÊDETIR WEZÎFEYA WAN BI BÎRA WAN XISTIYE’    Parêzerê Boltan, Resûl Tamûr da zanîn k udi wê dîroka miwekîlê wî daxuyanî daye de Serokê Cemiyeta Rojnamevanên Azad bûye û di wê serdemê de li ser rojnamevanan zextên giran hebûn û Boltan ji heqaretê wêdetir wezîfeya berpirsiyarên dewletê bi bîr wan xistiye. Tamûr xwest miwekîlê wî were beraetkirin.    CEZA HAT BIRÎN    Şandeya dadgehê daxwaza dozger erê kir û daxwaz parêzer red kir û bi îdiaya “heqaret li serokkomar hatiye kirin” salek û 2 meh û 17 roj û bi îdiaya “heqaret li Serokwezîr kiriye” jî 10 meh cezayê hefsê li Boltan birî.