Danişîna zarokên ku polisan îşkence li wan kir taloq bû 2021-06-29 16:39:08   WAN - Li Wanê danişîna doza ku li 3 zarokên ku polisan îşkence li wan kiribû, hatibû vekirin, hat dîtin.    Di 15’ê sibata 2019’an de polisan li Taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, zarokên bi navê O.S. (14), Ş.Y.(16) û O.D. (17) binçav kiribûn û îşkence li wan kiribûn. Ji ber vê îşkenceyê derbarê polisan de lêpirsîn hatibû destpêkirin û doz li zarokan hatibû vekirin. Di lêpirsîna derbarê polisan de biryara neşopandinê hatibû dayîn. Duyemîn danişîna doza ku li zarokan hatibû vekirin jî li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin.    Her sê zarok û parêzerên wan beşdarî danişînê bûn. Şandeya dadgehê ji bo kêmasiyên dosyayê bên temamkirin û şahidên nehatine guhdarkirin werin guhdarkirin, rûniştin taloq kir. Şandeyê, ji bo ku polîsên îşkencekar werin teşxîskirin jî biryar da ku ji Dadgeha Îdarî ya Herêmê re talîmat were nivîsandin. Şandeyê danişîn taloqî 16’ê kanûnê kir.