Dîrokzan Sedat Ulugana li Maltayê hat binçavkirin 2021-06-29 17:08:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskar û lêkolîner Sedat Ulugana li welatê Maltayê hat binçavkirin. Ulugana ragihand ku hêzên ewlekariyê muameleya xerab lê dikin û wî dest bi greva birçîbûnê kiriye.    Nivîskar û lêkolînerê dîrokê Sedat Ulugana yê li Fransayê dimîne ku ji bo perwerdehiya ziman çû Maltayê hat binçavkirin. Ulugana li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û ragihand ku du roj in ji aliyê hêzên ewlekariya wî welatî ve di binçavan de ye.    Ulugana di twîtê de hesabê twîtên Serokwezîrê wî welatî etîket kir û wiha got: “Meqamênh Maltayê bi awayek bêhiqûqî ev du roj in min desteser kirine. Hêzên ewlekariyê muameleya xerab li min dikin. Ez radigihînim ku ev muameleya li min tê kirin li dijî mafên mirovan e. Greva min a birçîbûnê didome. Vê yekê protesto bikin.”