53 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin 2021-06-29 21:33:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 53 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin û 5 hezar û 846 kes jî pê ketin.   Wezareta Tenduristiyê, daneyên rojane yên şewba Covîd-19'ê parve kirin. Li gor daneyan li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 53 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 5 hezar û 846 kesên din jî pê ketine.   Tevî daneyên dawî hejmara kesên heya niha mirine bû 49 hezar û 687 û hejmara kesên heya niha pê ketine jî bû 5 milyon û 420 hezar û 156.