PDK'ê 6 sal ceza li birayê min birî û derbarê min de jî biryara girtinê da 2021-06-30 09:08:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Ayhan Seîd, birayê aktivîst Şivan Seîd ku li Dihokê tevî 4 rojnamevan û aktivîstan hatibû girtin û dadgehê bi giştî 30 sal ceza li wan birîbû, got: "PDK'ê 6 sal ceza li birayê min birî û derbarê min de jî biryara girtinê da."    Dadgeha Bilind a Herêma Kurdistana Federe, li rojnamevan û aktivîst Şervan Şerwanî, Şivan Seîd, Ayaz Kerîm, Harîwan Îsa û Guhdar Zebarî ku par li Dihokê hatibûn girtin, 6 sal ceza birî.    Di 13'ê Hezîrana 2020'î de li Dihok, Behdînan, Amediye, Şêladizê, Qeladizê û gelek deverên din, di avêtina ser malan de nêzî 400 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatibûn binçavkirin 320 kes hatibûn berdan û 76 kes jî hatibûn girtin. Rojnamevan-aktivîst Guhdar Zêbarî, Harîwan Îsa, Şivan Seîd, Şêrwan Şêrwanî û Eyaz Kerîm ku di 16'ê Sibata 2021'ê de li Dadgeha Ceza ya Hewlêrê hatibûn darizandin, 6 sal ceza li wan hatibû birîn. Parêzerên wan serî li Dadgeha Îstinafê dabûn, lê belê dadgehê serlêdana wan red kiribû û cezayê wan di 27'ê Nîsanê de hatibû pesendkirin. Parêzeran ji bo ceza bê xerakirin di 20'ê Gulanê de serî li Dadgeha Bilind dabûn, lê belê dadgehê serlêdana wan red kiribû û biryara xwe di 20'ê Hezîranê de bi awayekî teqez pesend kiribû. Ji xeynî van li rojnamevan Qehreman Şukrî jî ku di 26'ê Hezîranê de li Dihokê hatibû girtin û 5 meh in girtiye, 7 sal û li rojnamevan û aktivîst Umêd Beroşkî jî salek ceza hatibû birîn.    Ayhan Seîd, birayê aktivîst Şivan Seîd, derbarê tiştên qewimîn û cezayên hatine birîn de axivî.    PLANA VEŞARÎ   Seîd, anî ziman ku ji bo bêdengkirina aktivîst, rojnamevan û rewşenbîrên ku li Dihok, Behdînan, Amediye û gelek deverên din li ber neheqiyê rabûne, di 13'ê Hezîrana 2020'î de "planek veşarî" hatiye çêkirin. Ayhan Seîd, bilêv kir ku PDK xwestiye zext û zorîyên ku li Tirkiyeyê tên kirin, li Behdînanê bike. Seîd, destnîşan kir ku tiştên hatine kirin nayên qebûlkirin.    ŞANO BÛ    Seîd got: "Hêzên ewlehiyê yên PDK'ê bi awayekî bêhiqûqî bi 320 kesî re 'peymana ewlehiyê' îmze kir û ew berdan. Lê belê ev hem li dijî qanûnên Iraqê hem jî li dijî qanûnên Herêma Kurdistanê ne. Kesên hatin binçavkirin, bêyî bên dadgehkirin bi îmzekirina peymanê hatin berdan. 76 kesên din jî hatin girtin û wan şandin girtîgehê. Ji van kesan 5 kes jî rojnamevan û aktivîst bûn. Di 15'ê Sibata 2021'ê de jî li van 5 kesan bi giştî 30 sal ceza birîn. Dadgehkirin, wekî şanoyê bû. Tu hêleke hiqûqî ya biryara navbirî tune ye."    ‘PDK, GEL ÇAVTIRSANDÎ DIKE'    Seîd, destnîşan kir ku PDK xwestiye bi vê biryarê gelê Behdînan û Dihokê bêdeng bike û got: "Dixwazin vîna gelê Behdînanê teslîm bigirin. PDK, dixwaze gel çavtirsandî bike. Rojnamevan û aktivîstên hatin girtin, bi rojan li qadan li dijî pergala serdest, têkiliyên qirêjî yên PDK'ê û nelirêtiyên wê çalakî li dar xstin û nivîsandin. Mafên xwe yên qanûnî bi kar anîn. PDK, ji gel ditirse. Tiştên qewimîn, kêmasiyeke mezin e ji bo Herêma Kurdistanê. Şerme e. PDK, guh nade daxwazên me. Guh nade demokrasiyê."    ‘PDK, XIZMETA TIRKIYEYÊ DIKE'    Ayhan Seîd, bilêv kir ku rojnamevan û aktivîstan tu tiştekî şaş nekirine û got: "Piştî berxwedana Şêladizê, zext û zoriyên PDK zêde bûn. PDK, xizmeta Tirkiyeyê dike. PDK, dixwaze bi pergaleke dîktatorî gelê Başûr bi rê ve bibe. Li gor daxwazên Tirkiyeyê tevdigere. Tirkiye, dixwaze û ew jî rojnamevan û aktvîstan digire."    ‘EM SERBILIND IN'    Seîd, diyar kir ku gel li ber van polîtîkayên PDK'ê radibe û got: "Em bi wan serbilind in. Li ber bêedaletî, dagirkerî, dîktatoriyê û dagirkeriya Tirkiyeyê rabûn. Ew, lehengên gel in. PDK, divê dev ji van polîtîkayên xwe yên şaş berde. Ji ber axaftinên min û xebatên min, derbarê min de biryara girtinê dan. Ceza li kekê min birîn û yê min jî derbarê min de, biryara girtinê daan. Lê em ê bêdeng nemînin, em ê tim biaxivin. Ji ber biryara girtinê nikarim biçim Dihokê, niha li Silêmaniyeyê me."    MA / Azîz Orûç