Dozgeriyê dosyeya qeymeqam Safîturk ji bîr kiriye 2021-06-30 09:09:54 MÊRDÎN - 4 sal in derbarê kuştina Qeymeqamê Dêrikê Mûhammed Fatîh Safîturk de "biryara veşarî" heye. Hevjîna Şerîf Mesûtoglû ku cezayê muebedê lê hatiye birîn, bang kir ku rojek berî rojekê dosye bê vekirin.  Qeymeqam Mûhammed Fatîh Safîturk, di sala 2016'an de wekî qeyûm tayinî Şaredariya Dêrikê hatibû kirin, di 10'ê Mijdara 2016'an de bombeya li meqama wî hatibû bicih kirin teqiyabû û Safîturk jî miribû. Derbarê êrîşê de doz hatibû kirin û 15 kes hatibûn darizandin. Ji van kesan tenê li Şefê Karên Nivîsê yê Qeymeqamtiyê Şerîf Mesûtoglû ceza hatibû birîn. Dadgeh cezayê muebedê û 18 sal ceza li Mesûtoglû birîbû. Lê belê di sala 2017'an de derbarê êrîşê de lêpirsînek din hatibû destpêkirin, lê 4 sal in derbarê vê lêpirsînê de "biryara veşarî" heye. Lêpirsîn ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve hatiye destpêkirin û heya niha serdozgeriyê derbarê lêpirsînê de tu daxuyanî nedaye. Lê tê diyarkirin ku navê hin peywirdarên cemaweriyê û hin burokratan jî di lêpirsînê de heye û heya niga wekî şahid gelek kes hatine guhdarkirin.    NAMEYEK BÊNAV    Ji xeynî vê lêpirsîna bi awayekî veşarî tê birêvebirin, hin tiştên din jî qewimîn. Nameyek bênav ji Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) re hat şandin û di nameyê de hatiye îdiakirin ku êrîş ji aliyê hin burokratên wê demê ve hatiye kirin. Kesê name şandiye, diyar kiriye ku tiliya hin rêvebirên AKP'ê yên Dêrikê jî di vê êrîşê de heye. Parêzerên Mesutoglû jî diyar kirin ku dê di nêz de gilî bikin.    ‘HEYA KENGÎ?'    Saîme Ateş Mesûtoglû, hevjîna Şerîf Mesûtoglû, anî ziman ku ew bi xwe jî di heman dosyeyê de hatiye darizandin û ji 14 kesên beraet kirine yek jê ew e. Mesûtoglû, diyar kir ku dosyeya hevjînê xwe şandine Dadgeha Qanûna Bingehîn û li bendê aqûbeta dosyeyê ne ku 4 sal in bi awayekî veşarî tê birêvebirin. Mesûtoglû, destnîşan kir ku daxwaza wan a ji bo dosyeya niha daxilî nav dosyeya sereke bibe hatiye redkirin û got: "Hê jî bi awayekî veşarî tê birêvebirin. Venakin. Ma dê heya kengî veşarî be? Ez wisa difikirim ku heger ew dosye vebe, dê ew cinayet zelal bibe. Belkî jî bêsûciya Şerîf bê piştrastkirin. Ez dibêjim ji ber vê dosyeyê venakin û naxwazin vekin. Dixwazim rojek berî rojekê dosye bê vekirin."    Her wiha Mesûtoglû, destnîşan kir ku di demên dawî de hin kes wê dişopînin û ji ber vê dê serî li dozgeriyê bide. Mesûtoglû, anî ziman ku berê jî hatiye şopandin, lê di demên dawî de bi awayekî aşkere tê şopandin.    MA / Ahmet Kanbal