Hevserokê MED-DER’ê Ronî: Heta ku kurdî azad bibe em ê têbikoşin 2021-06-30 09:51:48   AMED - Hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî yê ji girtîgehê nû hat berdan diyar kir ku li Tirkiyê her îqtidarê li hemberî kurdî bêtehamuliyê nîşan daye û heta azadiya kurdî pêk were wê têkoşîna xwe bidomînin.    Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) di 28’ê adarê de Kongreya xwe ya asayî ya duyemîn li dar xist û Rifat Ronî wek hevserok hat bijartin. Ronî bi hêceta tevlî çalakiyan bûye û daxuyaniyan daye di 29’ê nîsanê de hat girtin û di meha hezîranê de hat berdan. Ronî zext û êrişên li ser kurdî ji ajansa me re nirxand.    KURDÎ BI FIKAR DIBÎNIN    Ronî da zanîn ku îqtidara AKP-MHP’ê di nava civaka kurd de teşhîr bûne û operasyona li ser MED-DER’ê berdewamiya înkar û nenasîna zimanê kurdî û saziyên zimanê kurdî ye. Ronî destnîşan kir ku li Tirkiyê her îqtidar li hember zimanê kurdî bêtehamulî nîşan daye û got: “Ji bo pêşxistina zimanê kurdî sazî hatin vekirin û xelkê me herikî van saziyan û zimanê xwe fêr bû. Xwedî li zimanê xwe derketin. Vê yekê dîtin. KURDÎ-DER bi hezaran xwendekar perwerde kir. Xwedî derketina li zimanê kurdî wek talûkeyek mezin dîtin û ji ber vê yekê êriş kirin. Lewma jî qefle li deriyên hemû saziyên zimanê kurdî xistin.”    Ronî anî ziman ku MED-DER ji bo pêşxistina kurdî û li dijî tunekirina kurdî xebatan bi rê ve dibe û got: “Me di 28’ê adarê de kongreya xwe li dar xist. Hefteyek şûn ve Hevseroka me Şîlan Elmas Kan hat binçavkirin. Bi şertê kontrola edlî hat berdan. Mehek şûn ve ez hatim girtin. Hêcetên girtina bi vî awayî li welatên demokratîk nabin mijara lêpirsînê jî.”    BÎRDOZIYA DEWLETÊ    Ronî bal kişand ser xebatên zimanan ên li cîhanê û wiha axivî: “Gelên di bin zextên îqtidaran de, her tim ji mafên xwe mehrûm mane. Yê gelê kurd jî di serî de zimanê wan ji hemû mafênxwe bêpar mane û ev jî ji aliyê dewletû îqtidaran ve tune tê hesibandin. Kurd ji bo mafên xwe têkoşînek mezin didin. Tevî hemû êrişan jî destkeftiyên mezin bi dest xistin. Dewlet van destkeftiyan wek talûke dibîne. Jixwe bîrdoziya dewletê jî ev e; Li Tirkiyê tenê polîtîkaya yekzimanî tê kirin. Ji bilî zimanê tirkî destûr nayê dayîn ku li qadên jiyanê bi zimanek din were axaftin. Gelê kurd jî li dijî vê zîhniyetê têdikoşe. Heta zimanê kurdî azad bibe em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”    ‘KURD WÊ XWEDÎ LI ZIMANÊ XWE DERKEVIN’    Ronî destnîşan kir ku zext, astengî û girtin wê nikaribe li ber pêşxistina zimanê kurdî û parastina kurdî bibe asteng û got: “Heta ku gelê kurd bijî wê xwedî li ziman û nirxên xwe derkeve. Her roja ku diçe ev têkoşîn bi biryardariyek mezin didome.”