Cenazeyê Eren piştî 22 mehan radestî malbatî wî kirin 2021-06-30 10:47:05   MÊRDÎN - Cenazeyê Hîkmet Eren ê HPG'î ku di sala 2019'an de li navçeya Dêrikê li şer de jiyana xwe ji dest dabû piştî 22 mehan radestî malbata wî hat kirin.    Hîkmet Eren ê HPG'î, di 20'ê cotmeha 2019'an de li navçeya Dêrik a Mêrdînê di şer de jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Eren, piştî 22 mehan duh radestî malbata wî hat kirin. Piştî ku encama testa DNA'yê ya Eren diyar bû, malbatê cenazeyê Eren ku li Goristana Bêkesan a li navçeya Artûklûyê ya Mêrdînê veşartibû girt û duh di saetên êvarê de li gundê Gundik ê navçeya Qoserê ya Mêrdînê veşart. Cendirmeyên ku goristana gund dorpêç kiribûn, tenê destûr dan ku ferdên malbatê malbatê cenazeyê Eren veşêrin.