Şewata li Omeryan derket hat vemirandin 2021-06-30 10:51:37 MÊRDÎN - Şewata li qada bi daristan a li Herêma Omeryan derket hat vemirandin.  Duh li qada bi daristan a li Herêma Omeryan a Mêrdînê şewat derket. Bi şev agir hat kontrolkirin. Şewata ku di navbera gundên Mercê û Kurikê yên bi ser navçeya Mehsertê ve derket bi hatina bayê re di demek kin de belavî herêmê bû û gihîşt heta gundên Bêrtê û Metînan. Tîmên agirkujiyê mudaxileyî şewatê kirin û nîvê şevê vemirandin. Şewatê nêzî du hezar donim qad da ber xwe û dar û ber şewitîn.