Polîsan avêt ser Girtîgeha Tokatê: Ji du girtiyan agahî nayê wergirtin 2021-06-30 12:15:50   STENBOL - Hat ragihandin polîsan avêtiye ser qawîşên Girtîgeha Tokatê, li girtî Hasan Ortaç û Mustafa Okçu dane û wan li gel xwe birine û derbarê rewşa wan de agahî nehatiye wergirtin.    Firta Dari yê li Girtîgeha Tokatê ya Tîpa T'yê tê ragirtin roja duşemê bi birayê xwe Ahmet Dari re bi telefonê axivî. Firat Dari ragihandiye ku polîs û gardiyanan bi ser qawîşên wan de girtiye û kelûpelên girtiyan serûbin kirine û li gelek girtiyan dane.    Dari da zanîn ku polîs piştî lêgerînê demek şûn ve dîsa hatine qawîşê û li girtî Hasan Ortaç û Mustafa Okçû dane û wan bi darê zorê li gel xwe birine. Dari diyar kir ku ew nizanin herdu hevalên wan girtî birine ku û derbarê rewşa wan de jî tu agahî wernegirtine û ji rewşa wan bi fikar in.    Firat Dari anî ziman ku di demên dawî de zextên bi vî awayî zêde bûne, heta ku raya giştî fişaran li ser girtîgehan neke wê ev rêbazên girtîgehan bi dawî nebin û banga hestiyariyê li raya giştî kir.    Me xwe bi telefonê gihand îdareya girtîgehê û derbarê rewşa herdu girtiyan de agahî nedan û îdia kirin ku tiştek wisa li girtîgehê çênebûye.