Emîne Şenyaşar bi lawê xwe re axivî: Zilmê li me dikin 2021-06-30 12:24:32   RIHA - Emîne Şenyaşar bi rêya telefonê bi lawê xwe girtî Fadil Şenyaşar re axivî û got: “Zilmê li me dikin.”    Emîne û Ferît Şenyaşar bi daxwaza “edeletê” 114 roj in li ber Edliyeya Rihayê nobetê digirin. Malbatê hevdîtina heftane ya telefonê li gel Fadil Şenyaşar ê sê sal in li Girtîgeha Xarpêtê tê ragirtin pêk anî.    'SÊ SAL IN DI HUCREYEKÊ DE TÊ RAGIRTIN’    Emîne Şenyaşar têkildarî axaftina bi telefonê ya bi lawê xwe re agahî da û wiha got: “Sê sal in lawê min li hucreyê bi tena serê xwe tê ragirtin. Bav û birayên wî qetil kirin. Gelo ma wê rewşa wî li hefsê çawa be? Tiştek ji destê me nayê. Em çûn Enqereyê, Stenbolê û her deverê. Malbata min tune kirin. Hêj kîna wan sar nebûye. Vî lawê min jî di girtîgehê de dirizînin. Baxçeyê edliyeyê jî ji me re qedexe kirin. Zilmê li me dikin.”    ‘LI BENDA ROJA EDALETÊ YE’    Ferît Şenayaşar jî wiha got: “Em bi neheqiyê û bêedaletiyê re rûbirû man. Birayê min ev sê sal in bi awayek neheqî û bihiqûqî di hucreyê de girtî ye. Ew jî li benda roja edaletê pêk were ye. Hêviya xwe winda nake û li ber xwe dide. Em dixwazin dengê wî li vir bidin ragihandin. Ji bo ku li tavilê zilm bi dawî bibe, em têdikoşin.”