Li pêş Girtîgeha Bakirkoyê şermezarkirina tecrîdê 2021-06-30 13:11:21   STENBOL - Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtîgehan, li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiyeke li dar xist û diyar kir pêvajoya asayîkirinê ya pandemiyê li girtîgehan dest pê nekiriye û zextên li ser girtiyan zêde bûye  û daxwaz kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê dawîkirin.    Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtîgehan, bi armanca ku balê bikişîne ser çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxawaza bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hatiye destpêkirin û di roja 216'an de didome, li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiyeke li dar xist û daxuyanî da. Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum jî tevlî daxuyaniyê bû. Beriya daxuyaniyê dûrişmeyên mîna "Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn" , "Bijî berxwedana zindana" û "Bila girtiyên nexweş bê berdan" hatin berzkirin û pankarta "Qdexeyên hevdîtin, ragihandin û weşanê bi dawî bikin" hat vekirin.    "MALÊN MIRINÊ"   Di daxuyaniyê de destpêkê Parlamanetera HDP'ê Gulum axivî û diyar kir ku demeke dirêj e girtîgeh bûne malên mirinê û wiha got: "Polîtîkayên dijminane ku ji aliyê desthilatê ve li ser herkesî tên meşaqndin li girtîgehê berdewam dikin. Girtîgehê şertên giran û mirin li girtîgehan tê ferzkirin. Êdî girtî nêzî mirinê bûne lê rexmî vê jî nayên berdan. Bi raporên tipa edlî û hiqûqa dijminatiyê, mafê xatirxwestinê ji girtiyên nexweş re nayê nasin û ber bi mirinê ve tên şandin. Li girtîgehan li dijî xespkirina mafan dengekek bilind dibe. Rêveberiyên girtîgehan û desthilat li şûna bihîstina vî dengî bi lêpirsînan re meşqûl in. Li girtîgehan tecrîd tê pêkanîn. Tecrîda li ser birêz Ocalan li dijî rêya aştiyê ya welat e. Îro kesên ku li cem polîtîkayên şer cih digirin û dijminatiya gelê kurd dikin pêşeroja vî welatî reş dikin. Bila êdî tecrîd bi dawî bibe. Bi hiqûqa dijminane mirov nagihîje tu derî."   PÊKANÎNÊN DIJÎ MIROVAHIYÊ   Piştî Gulum endama înîsiyatîfê Fatma Yildirim, daxuyaniya ku hatibû amadekirin xwend. Yildirim, zextên li girtîgehan bi bîr xist û ev tişt got: "Desthilat ji bo xwe bigihînin armancên xwe bi rêya girtîgehan serî li hin qedexe û sînordarkirinan didin. Destpêkê qedexeya ragihandinê tê. Qedexekirina mafên mirovî yên girtîgehan li dijî mirovahiyê ye. Tê gotin ku wê ji 1'ê tîrmehê şûn ve qedexe bên rakirin û pêvajoya asayî dest pê bike. Lê ji bo girtîgehan tu daxuyanî nayê dayîn. Diyar e ku tê xwestin qedexeyên bi hinceta pandemiyê ketin meriyetê mayîn de bibin. Destpêkê qedexeya ragihandinê divê hemû qedexe bi dawî bibin. Em malbat û xizmên girtiyên dê rê nedin berdewamkirina van qedexeyan. Em ê bibin dengê girtiyên şoreşger."