Parêzera Doza Elmali: Darizandinên bêgirtin cesaretê dide 2021-06-30 14:28:14   MÊRSÎN - Ji Navenda Mafên Zarokan a Baroya Antalyayê parêzer Serap Ertûgrûl a bertek nîşanî berdana bersûcên doza tecawîzê ya zarokan a weke “Doza Elmalî” tê zanîn da, diyar kir ku darizandinên bêgirtin, cesaretê dide bersûcan.    Li navçeya Fînîke ya Antalyayê, du xwişk û birayên hev ên 7 û 10 salî di meha Hezîrana 2020’an de, aşkere bû ku rastî tecawîz û îstîsmara zayendît hatine. Di çarçoveya lêpirsîna derbarê bûyerê hat meşandin de, dayika zarokan Merve A. û zirbavê wan Rahmî A yên girtîbûn bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Bertekên li dijî berdana bersûcan Merve A. û Rahmî A. dewam dikin. Wêneyên zarokan ên bi xêzkirina îstismara zayendî ya li wan hatibû kirin vedigotin, di dosyayê de cih girtin. Piştî ku wêneyên zarokan ên xêz kiribûn di medya dijîtal de hatin parvekirin, berdan bersûcan rastî bertekên mezin hatin.   Ji ber ku bersûc li Dadgeha Cezayê Giran a Elmali tên darizandin, doz weke “Doza Elmali” tê zanîn. Ji Navenda Mafên Zarokan a Baroya Antalyayê Parêzer Serap Ertûgrûl a ji roja ewil ve dozê dişopîne, derbarê dozê de axivî.    NAME AYDÊ ZAROKEK DINE    Ertûgrûl, diyar kir ku nameya duh di medya dijîtal de hat parvekirin û weke parçeyekê Doza Elmali, hat zenkirin, aydê dozeke din a îstîsmarê ya li Çanakkaleyê rû da ye û wiha axivî: “Piştî parvekirina nameyê, agahiya me jê çêbû. Ji ber ku ev name ne di dosyeya me de bû. Wêne aydê dosyeya me ye, lê name bi şaşî hatiye parvekirin.  Em ji Komeleya Têkoşîna li dijî Îstîsmara Zarokan (UCİM) fêr bûn ku name ya dozeke li Çanakkalê ye.”    ÎFADEYÊN ZAROKAN ZELALIN, YÊN BERSÛCAN BI NAKOKIN   Ertûgrûl, anî ziman ku berdanên wiha hêviyên mexduran dişkinin û wiha got: “Divê bi baldarî biryarên wiha bên dayîn. Rapor û îfadeyên di dosyayê de cih digirin, li Navenda Şopandina Zarokan (ÇÎM) hatine girtin. Îfadeyên zarokan ên di vê raporê de dikarin bên esas girtin. Hatibû qebûlkirin ku îfadeyên zarokan ên li ÇÎM’ê hatin girtin bên esasgirtin. Di îfadeyên zarokan de, tu nakokiyek tuneye. Ji dest pê kê ve rast dibêjin. Dema ku em li ser bingeha bersûc li dosya Elmali dinêrin, gotinên dijber hene. Ji ber vê li gorî me îfadeyên bersûcan bi nakokin.”   ‘EM Ê BERDANÊ ÎTÎRAZ BIKIN’   Ertûgrûl, dest nîşan kir ku ew dosyeya lêpirsînê ji nêz ve dişopînin û di pêvajoya şopandina dosyeyê de daxwaza girtina bersûcan her tim kirine. Di van dosyayên wiha de, divê başiya zarokan li ber çavan bê girtin. Berevajî vê darizandinên bêgirtin, cesaretê dide bersûcan. Em dixwazin tavilê ji vê şaşiyê paşve gav bê avêtin. Emê weke Baroya Antalyayê şopdarê vê dozê bin. Ji bo ku bersûc bên cezakirin, tişta ji destê me bê emê bikin. Emê berdana bersûcan îtîraz bikin.”