HDP'ê serdana titûnfiroşên li Semsûrê kir 2021-06-30 15:18:06   SEMSÛR - Parlementerê HDP’ê Kemal Bulbul, bi titûnfiroşên ku dê ji sibê pê ve ji bo firotina titûnê neçar bimînin ku "belgeya karbidestiyê" bigirin re hat gel hev.    Wezareta Çandinî û Daristanê, ji bo titûnfiroşan qanûneke nû derxist. Li gorî vê qanûnê dê ji sibê pê ve kesên ku "belgeya karbidestiyê" ji Wezareta Çandinî û Daristanê negirin, nikaribin titûnê bifiroşin. Kesên bêyî "belgeya karbidestiyê" bazirganiyê bikin, dê ji 3 salan heya 6 salan ceza li wanê bê birîn. Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Antalyayê Kemal Bulbul, çû serdana esnafên li Çarşiya Titûnfiroşan a li navenda Semsûrê ku ji ber vê qanûnê mexdûr dibin. Rêveberên HDP'ê jî bi Bulbul re beşdarî serdanê bûn. Di serdanê de encamên ku ji ber vê qanûnê derkevin holê hat axaftin.    ‘BILA QANÛNÊN BINGEHÎN BÊN ÇÊKIRIN’   Esnafekî ku di serdanê de bertek nîşanî qanûnê de wiha axivî: “Min 4 donimên zeviyê çand, ji min re bêjin ‘evqas bacê bide’ ez ê bidim. Lê kooperatif bibe wê me bixapînin.”    Esnafekî din jî wiha got: “Em vê pîşeyê ji bapîrên xwe ve dikin lê tu çaxan em ne ketibûn di rewşeke evqas nebaş de. Behsa baceke ku ji sedî 60 dikin em ê çawa bidin?”    Esnafekî din jî bal kişand ku semsûrî ji sedî 70 debara xwe bi titûnê dikin û wiha axivî: “Heke qedexe were gelek dikanên ku ticareta titûnê dikin wê vala bimînin. Ji vê ne tenê kesê ku di hilberîne an jî bifiroşe bandor bigire wê bandorê kesê bikarbîne jî bike. Dibêjin wê kooperatif werin avakirin lê kes nizane ka kooperatif çiye. Bila ji bo titûnê qanûnên bingehîn bên çêkirin û bi zextên şîrketên biyanî kesê mexdûr nekin.”   ÇARESERÎ: QEZENCKIRINA HILBERÎNER E   Bulbul piştî serdanan derbarê mijarê de bi esnafan re li sûkê daxuyanî da. Bulbul, destnîşan kir ku li Semsûrê çavkaniya debarê ya bingehîn titûn e û wiha got: “Ji sedî 70 nifusa Semsûrê debara xwe ji titûnê dike. Derbarê berhema herî girîng a bajêr ne diyariyek heye. Hilberîner, dixwaze ev ne diyarî ya çandin, hilberîn û firotina titûnê were çareserkirin. Li gorî qanûna beriya niha hatiye qebûlkirin wê ji sibê pê ve şandina titûnê ya bi kargoyê û hilberîna wê were qedexekirin. Hilberîner û kesên titûnê difiroşin qîr dikin. Piştî ku hilberîner mafê keda xwe negirin çima hilberînin? Divê daxwazên hilberîneran were pêşwazîkirin û pirsgirêk were çareserkirin?”