Li Bazîdê 2 kes hatin binçavkirin 2021-06-30 15:30:20   AGIRÎ - Li navçeya Bazîdê, di serdegirtina malan de 2 kes hatin binçavkirin.    Polîsan di saetên serê sibê de li navçeya Bazîdê ya Agiriyê bi ser malan de girt û 2 kes binçavkirin. Polîsan, li şûna deriyê mala Halîs Yarici deriyê mala cîranê wî şikand û di ser malê de girtin. Pişt re polîsan bi ser mala Yarici de jî girt û dest danîn ser gelek pirtûkan. Polîsên ku Yarici binçavkirin, gefa binçavkirinê li hevjîna Yarici jî xwarin.    Polîsan bi awayekî hemwext bi ser mala birayê Halîs Yarici, Mehmet Yarici de jî girt û ew binçav kirin. Polîsan her du birayan bir Miduriyeta Polîsa a Navçeya Bazîdê.